Dayikên beşdarî merasîma dîrokî bûn: Em aştiyê dixwazin

Dayîkên aştiyê yên ku beşdarî merasîma duh a dîrokî ya çek şewitandina PKK’ê bûne gotin: “Em aştî û bi hevre jiyana gelan dixwazin. Ji bo mafê xwe çek hat hilgirtin û ji bo aştiyek mayînde û azadiyê niha çek tên tune kirin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li ser bangên 27’ê Sibatê û 9’ê Tîrmehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê ya li bejahiya Silêmaniyê çekên xwe şewitand.

Rojnameger, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend û malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan tevlî merasîmê bûn. Piştî bi dawîbûna merasîmê Rêveberê Mûzexaneya Nîştimanî ya Emne Sûreke ya Silêmaniyê da zanîn ku wê çekên PKK’ê yên hatine şewitandin, li Şikefta Casene werin parastin. Dayîkên aştiyê yên ji Bakurê Kurdistanê û Şengalê yên beşdarî merasîma dîrokî bûne hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘Em li gel fikir û felsefeya Rêberê xwe ne’

Dayîka Aştiyê Hatîce Ezer ku ji Farqîn a Amedê beşdarî merasîmê bûye, hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bakurê Kurdistanê hatime beşdarî merasîma dîrokî bûme. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim aştî û bi hevre jiyana gelan xwestiye. Em jî wek Kurd hertim li gel fikir û felsefeya Rêberê xwe ne û xebatên meyên ji bo aştiyê didome. Em dayîkên aştiyên aştî û bi hevre jiyanê dixwazin. Daku em bikarin bi kêfxweşî û aramî jiyana xwe û pêşeroja gelê Kurd pêkbînin. Ez çavê hemû çavê tevahî gerilayan maç dikim. Em spasiya Rêberê xwe dikin ku bi vê pêvajoyê serê me bilind kir. Beriya 20 salan me nedikarî em bên başûrê Kurdistanê. Hemû ev azadî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatiye. Dema Rêberê Gelê Kurd banga aştiyê kir, dewleta Tirk ji bo bicihanîna pêvajoyê gav neavêt. Ji ber wê pêvajo paşket. Em îro bi serbilindî beşdarî merasîma dîrokî ya çekşewitandinê dibin. Em dayîk êdî naxwazin rondik ji çavê dayîkan bibare, em aştiyê dixwazin.”

‘Em aştî, bihevre jiyan û xwişk û biratiyê dixwazin’

Şemê Remo ya ji Şengalê ku beşdarî merasîma şewitandina çekan bû jî wiha axivî: “Beşdarbûna me ya merasîma şewitandina çekên gerîlayên PKK’ê piştî banga Rêberê me, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em dayîk gelek bi banga aştiyê û danîna çekan kêfxweş in. Em ji zû de aştî, bihevre jiyan û xwişk û biratiyê dixwazin. Niha ji bo pêvajoya aştiyê çek tên şewitandin ev cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo Kurdan piştî niv sedsalê xebatên pêvajoya aştiyê cihê kêfxweşiyê ye. Em dixwazin hemû gelên bindest bi azad bijîn. Em Kurd di xaka xwe de daxwaza mafê xwe dikin. Ji bo mafê xwe me çek hilgirtiye, ji bo bi destxistina mafê xwe jî em çek dişewitînin.”

‘Divê Reber Apo fîzîkî azad be’

Di dawiyê de Şemê Remo wiha got: “Em gelek kêfxweşin ku em dayîk ji bo aştî û bihevre jiyanê li bajarê Silêmanî kom bûne. Em dixwazin Rêberê me bi fîzîkî azad bibe. Piştî şewitandina çekan divê êdî dewlet gavên girîng ji bo vê pêvajoyê biavêjin. Divê girtiyên siyasî azad bibin, aştî were nava gelan. Em dayîkên aştiyê bi van rojan kêfxweşin.”