Dayîkên beşdarî civîna ÎHD’ê bûn: Bila dewlet jî gav bavêje

Dayîkên ku beşdarî civîna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya bi navê 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet bûn, diyar kirin ku rengê rondikên dayîkan yek e û xwestin ku êdî dewlet jî gavan bavêje.

BINEVŞ STÊRK

Amed – Di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo aştiyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd, civîna 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' hat lidarxistin. Di civînê de malbatên kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, nûnerên saziyên civakî û ji gelek derdorên cuda kesên navdar amade bûn.

Di 33 salan de 36 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dan

Di destpêka civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban daneyên wendahiyên di navbera salên 1991-2024’an de çêbûne aşkera kir. Li gor daneyên ÎHD'ê, 36 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji vana 26 hezar û 955 gerîla, leşker an jî polîs bûne. 30 hezar û 500 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di pêvajoya pevçûnê de têkildarî pirsgirêka Kurd 9 hezar û 454 sivîl hatin qetilkirin û 2 hezar û 514 gund hatin valakirin. Di navbera salên 1990 û 2023'an de 3.052 cînayetên kiryar nediyar pêk hatin. Di encama înfazên bê daraz de 3 hezar û 356 kes hatin qetilkirin. Hejmara gorên komî yên hatine vekirin 31, hejmara gorên komî yên tê îdîakirin 249 e û hejmara giştî ya goran 280 e û tê texmînkirin ku 4 hezar û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Wezareta Parastina Neteweyî ya piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an, ev hejmar 42 hezar û 639 bû.

Makbule Kaymaz: Min êşa xwe bi hembêzkirina gorên wan mezin kir

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî peyama Makbule Kaymaz a ku dayîka Ugur Kaymaz ê di 21 'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê tevî bavê xwe hatibû kuştin e, xwend. Makbule Kaymaz a ji ber rewşa tenduristiya xwe nekarî beşdarî civînê bibe, di peyama xwe de wiha got: "Berî her tiştî ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê ez lêborîna xwe dixwazim ku nekarim bi we re bim. Weke dayîkeke aştiyê ez ji dil spasiya her kesî dikim ku ev konferansa watedar lidar xistin û tevkarî lê kirin. Ez her kesên amade silav dikim û hemû malbatên şehîd ên êşa wan di dilê wan de hildigirin bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Ez hemû zarokên me yên jiyana xwe ji dest dane bi rehmet û bêrîkirinê bi bîr tînim. Ez dayîkek Kurd im. Min kurê xwe di 12 saliya xwe de tevî bavê wî bi 13 guleyan winda kir. Min êşa xwe bi hembêzkirina gorên wan mezin kir. Bi salan e ku ez barê herî giran hildidim ku dayîkek dikare hilgire. Lê ji bo ku ev êş nekeve dilê dayîkên din li vir im. Ez li vir li rêyên jiyana bi hev re ya ji bo aştiyê digerim. Em êdî naxwazin ne li Kurdistanê ne jî li ti deverên din ên Tirkiyeyê zarok bên kuştin. Em naxwazin dilê dayîkeke din bişewite, ne jî zarokek di gorekê de mezin bibe. Me zarokên xwe winda kirin, lê em naxwazin hêviyên xwe winda bikin. Em êdî ne rondikên çavan lê ji bo edalet, wekhevî û aştiyê dipirsin. Ji ber ku aştî wê ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Dayîka Eren Bulbul: Ma ez aştiyê neparêzim ez ê çi biparêzim?

Eren Keskîn piştre peyama dayîka Eren Bulbul ku di sala 2017'an de di pevçûna navbera PKK'ê û leşkeran de jiyana xwe ji dest da, xwend. Ayşe Bulbul a ku ji ber zextên derdora xwe nekarî bê Amedê, diyar kir ku ew jî piştgiriyê dide aştiyê û wiha got: “Kurê min şehîd ket. Ji bo dilê dayîkên din jî neşewite ez di rêya dewlet û gel de dimeşim. Ji bedena kurê min 17 gule derketin. Ev çend cejn in bê Eren derbas dibe. Ez naxwazim dayîkên din bêyî zarokên xwe cejnan derbas bikin. Ez van hestên xwe bi hemû beşdaran re parve dikim. Ez hêj telefona bi tuş a Erenê xwe bi kar tînim. Ez wê xebata we pir hêja dibînim. Bila dayîkên din zarokên xwe winda nekin. Ma ez aştiyê neparêzim ez ê çi biparêzim!”

Di civînê de gelek dayîkên ku bûne mexdûrên şer jî amade bûn. Ev jinên ku dilê wan şewitiye û naxwazin dilê dayîkên din bişewite, ji ajansa me re axivîn.

Cîhan Sîncar: Ev 32 sal in têkoşîna me berdewam dike

Cîhan Sîncar ku hevjîna Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat qetilkirin e, bi bîr xist ku Mehmet Sîncar 32 sal berê ji bo ku her carê li kuçeyên Batmanê xwîna mirovan a dihat rijandin bisekine, çûyî Batmanê û wiha got: “Her carê 3-4 kes bi hev re şehîd dikirin. Parlementerê Mêrdînê bû, lê ji bo ku xwêna li Batmanê diherike bisekine, bi heyetek ji hevalên wî pêk tê re çû Batmanê. Lê kesên ku xwîn dirijandin, ew jî qetil kirin. Ev 32 sal in tekoşîna me berdewam dike. Hûn dizanin ku dadgeha wî jî bi hinceta demboriyê bidawî bû. Me çêqas got Waliyê Herêmê, Serokwezîr, herkes di nav vî karî de ye, ji ber ku parlementerek e, kesek li me guhdarî nekir. Ji ber ku yên Mehmet qetil kirine gotin me li ser navê dewletê qetil kiriye, me viya ji bo dewletê kiriye û hevdû efû jî kirin. Ji bo wî jî wek miletê Kurd, tekoşîna me berdewam dike.”

‘Em şerê hebûn û tunebûnê dikin’

Cîhan ji ÎHD’ê re ji bo vê keda pîroz spasiya xwe anî ziman û ev tişt gotin: “Mala ÎHD’ê ava be ku ev civîn amade kir û em hatin, me derdê xwe ji hev re got. ÎHD rêxistinek me ya ku bi rastî jî mafên mirovan diparêze û li cem mirovên mexdûr disekine. Me jî wek miletê Kurd bedêlek mezin daye. Ji bo ku bi zimanê xwe, nasnama xwe di nav civakên dinyayê de wek her mirovek bên temsîlkirin, emê liberxwe bidin. Pêvajoyek aştiyê destpê kiriye. Em hemû jî li wê digerin. Hevalê min berî 32 salan ji bo aştiyê, ji bo ku wekhevî çêbibe, tadeyî li kesî nebe, hat qelkirin. Bi hezaran mirovên bê guneh li van kuçeyan hatin qetilkirin. Di destê wan de çek tunebû. Tenê xwestin ku derdên gelê xwe bînin ziman hewl didan. Lê ew kesên ku nedixwestin gelê Kurd li ser vê axê bi rûmeta xwe bijî, ew jî kuştin.

Ji bo vê pêvajoya ku destpê kiriye, dikarim bêjim ku em hemû aştiyê dixwazin, lê aştiya bi rûmet. Em dixwazin bizanin ka di hundirê wê aştiyê de çi heye. Li vî welatî demokrasî tuneye. Doza palementerek, ev 32 sal e berdewam dike û ez nizanim ku ewê kîngê bidawî bibe û edalet bê. Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. ÎHD’ê got ku nêzî hezar û 300 kes di girtîgehan de li ber mirinê ne û wan bernadin. Yanê ev hemû, wê di hundirê aştiyê de çêbin ku baweriya me bi hev bê. Gava ku zimanê xwe tê de nebênim, nirxên xwe tê de nebînim, aştiyek wiha zehmet e. Em jî wek her miletê, doza aştiyek bi rûmet dikin. Em şerê hebûn û tunebûnê dikin. Cihê lazim be emê aştiyê bikin, çi lazim be emê bikin.”

Afîfe Kartal: Bila deriyên zîndanan vekin

Dayîkên Aştiyê di dawiya civînê de, laçikên spî wek sembola aştiyê avêtin stûyê hemû beşdaran. Yek ji van dayşkan jî, Afîfe Kartal e. Keça wê Zelal Kartal a bi nasnav Tekoşîn Azad, di 10’ê Îlona 2017’an de di çalakiyek li Navçeya Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest daye. Kurê wê Mihemed Kartal jî hê nebû 20 salî, 20 sal ceza lê hat birîn û niha jî di girtîgehê de bi gelek nexweşînan re têdikoşe. Dayîka Afîfe jî destnîşan kir ku li ser navê Dayîkên Aştiyê hatiye civînê û nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em dibêjin aşîtî. Bila dayîkên leşker û polîsan jî dest bidin destê me. Ger ku dayîk aştiyê neynin Tirkiyê, dewlet aştiyê nayne. Banga min li Erdogan, Bahçelî û Wezîrê Dadê ye. Bila ew jî hewl bidin, bila aştî pêk bê. Em aştiyek baş, bi rûmet dixwazin. min perçeyek canê keça xwe anî û kir binê erdê. Ez qet li ser negiriyam. Min got bila canê hevalên wê sax be. Dîsa jî ez dibêjim aştî. Ez giriyam. Bila dayîkên tu kesî negirî. Ne dayîkên leşkeran, ne polîsan, bila dayîkên tu kesî negirîn. Rengê hêstrê çavê hemû dayîkan yek e. Kurê min di girtîgehê de ye û nexweş e. Lê ez ne tenê ji bo wî, ez dibêjim bila deriyên zîndanan vekin, van girtiyên nexweş berdin. Bi rastî heta ku van girtiyên nexweş bernedin, em nabêjin aştî heye. “

Helîme Encu: Komkujî bes e, girtin, êşkence bes e

Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de, li gundê Roboskiya navçeya Qilêbana Şirnexê ku li ser sînor e, 34 Kurdên sivîl ku bi piranî zarok bûn, ji aliyê F-16’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Helîme Encu ya kurê wê Serhat Encu jî di nav wan 34 sivîlan de hat qetilkirin, diyar kir ku ew jî ji Roboskiyê hatiye û ev tişt gotin: “Bi boneya aştiyê û xweşiyê hatime. Gelek êşa me heye. Dilê me hemû dayîkan şewitiye. Di ser Komkujiya Roboskiyê re 14 sal derbas bû. Hê edalet nehatiye. Em edaletê dixwazin, aştiyê dixwazin. Em dibêjin dayîkên leşkeran, dayîkên polîsan, dayşkên gerîlla, bila destê xwe bikin yek. Em dibêjin bes e. Komkujî bes e, kuştin bes e, girtin bes e, êşkence bes e. Emê bêjin edalet û aştî.”

Fahriye Çubuk: Em nizanin aliyê din çi dixwaze

Rozerîn Çukur a 17 salî, di 8’ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê segvanan ve hatibû kuştin. Dayîka wê Fahriye Çukur, anî ziman ku dixwazin aştî çêbe û wiha got: “Em vana dixwazin, lê em nizanin aliyê din çi dixwaze. Hê tiştek destpê nekiriye, tiştek nedaye me. Dibêje çek berdin. Me çek berdaye. Lê ka? Tiştek di aliyê dewletê de tuneye. Em dîsa dibêjin bila aştî hebe. Ez ji bo aştiyê hatim. Ev 9-10 sal e em fetisîn êdî. Em dibêjin bila hinek nefesa me vebe. Bila dinya rind be, welatî me rind be. Ez ji wî hatim vir. Bila Kurd û Tirk bibin yek û aştiyê bixwazin. Bila dilê me bibin yek. Bila dayîkên leşker û polîsan jî xwe bidin kêleka me, em tiştek xweş çêkin. Çima van zarokên me li ber deriyên me kuştin? Navê me kirin terorîst û her tişt xilas bû. Zarokên me hê emrê wan 15-16 sal bû, li ber deriyê me kuştin. Em ji bo viya hatin vir. Em dixwazin tiştek bidest bixin.”

Emîne Çagirga: Dilê me hemû dayîkan yek e

Cemîle Çagirgaya 10 salî, di 4’ê Îlona 2015’an de gava di qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Ji bo ku cenazeyê wê rizî nebe, malbata wê cenaze 11 rojan di sarinca malê de veşart. Emîne Çagirga ku dayîka Cemîle ye, destnîşan kir ku êşa hemû dayşkan yek e û wiha got: “Piştî ku Wedat Aydin û Mehmet Sîncar hatin şehîdkirin, me navên wan li zarokên xwe kirin. Min navê Wedat Aydin li kurê xwe kir, tiyê min jî navê Mehmet Sîncar li kurê xwe kir. Me navê herdû şehîdên xwe lê kir. Ji ber ku şehîdên me ji bo me bi qîmet in. Dilê me hemû dayîkan yek e. Dilê me şewitî, me zarokên xwe kirin bûzxaneyan, me kirin morgan. Şewitîn. Niha jî cenazeyên zarokên me di avên çeman de diherikin. Em dibêjin bila dilê tu dayîkan neşewite. Me got em bang li dayîkên leşker û polîsan bikin, lewma em hatin Amedê. “