Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat: Ji bo mafê jiyanê bibin yek

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî darvekirinên girtiyên siyasî yên li Îranê dan û banga piştevaniya di asta neteweyî û navneteweyî de kir. PJAK’ê jî destek da bangê.

Navenda Nûçeyan – Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat derbarê darvekirinên girtiyên siyasî li Îranê daxuyaniyek bi dîmen dan û ji bo tavilê darvekirin werin sekinandin, banga piştevaniya berfireh kirin. Dayîkan diyar kirin ku darvekirin ne tenê kesan, gefê li pêşeroja civakê û rûmeta mirovahiyê dixwe.

Dayîkên Aştiyê di daxuyaniyê de îfade kirin ku ji bo jiyana zarokên xwe bi fikarin, diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên darvekirinê yên li Îranê di asta neteweyî û navneteweyî de seknek hevpar were pêşxistin.

Dayîkên Aştiyê bang kirin

Dayîkên Aştiyê bang li partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî kir ku, divê bikevin pêşiya cûdabûnan û parastina mafê jiyanê bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê darvekirin tavilê werin sekinandin, zexta navneteweyî were zêdekirin, hişyariya gerdûnî were bihêzkirin û destek ji malbatên girtiyan re were dayîn.

Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku têkoşîna li dijî bê edaletiyê, enceq bi yekîtî, çalakiya kolektîf gengaz dibe.

Ji PJAK’ê destek

PJAK’ê destek da banga Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê. Endamê Lijneya Rêveber a PJAK’ê Rêwar Awdanan di daxuyaniya dayî de, diyar kir ku ew girîngî didin banga pişevaniya bi armanca sekinandina darvekirinan a Dayîkên Aştiyê.

Rêwar Awdanan wiha got: “Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê, ji bo astengkirina darvekirina girtiyên siyasî ji aliyê Komara Îslama Îranê ve banga piştevanî û hevkariyê kirin. Em wek PJAK, em Dayîkên Aştiyê hem ji bo xwe, hem jî ji bo hemû gelê Kurd gelek girîng dibînin. Em bi hemû hêza xwe destekê didin banga wan.”