Dayîkên Aştiyê li Enqereyê qêriyan: Ev çete dê bibin bela serê Tirkiyê jî

Dayîkên Aştiyê ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan Enqerê, diyar kirin ku çeteyên HTŞ berdewamiya çeteyên DAÎŞ'ê ye û dê ev çete di demên pêş de bibin belaya serê Tirkiyeyê jî.

Navenda Nûçeyan- Dayîkên Aştiyê, li dijî êrîşên komên çete yên giredayî HTŞ’ê û Tirkiyeyê ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk hatin, ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin û li Enqereyê civiyan. Dayîkên Aştiyê li ber Wezaretê Karên Derve ya li navçeya Çankayaya Enqereyê kom bûn. Dayîkên Aştiyê li vir pankarta li ser, “Em dayîk rê nadin şer” dinivisî hilgirtin û dovîzên li ser, “Rojava rûmeta me ye”, “Em şer naxwazin” û “Bijî berxwedana Rojhilat” dinvîsî û çelenga reş rakirin. Her wiha dayîkan wêneyê Zeyad Heleb ku li taxa Şêxmeqsûdê nemir bû, hilgirtin.

Dayîkên li vir hatin astengkirin di nav dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” berz kirin. Polîsan nehişt ku dayîk herin ber deriyê Wezareta Karên Derve.

‘Bila Hakan Fîdan îstîfa bike’   

Dayîkan li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ewil li ser navê dayîkan, Dayîka Aştiyê Hava Kiran axivî. Hava Kiran anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine Enqereyê û got: “Ji dayîkan re herî zêde zarokên wan pîroz in. Em dayîk ji bo ku zarokên tu dayîkan nemirin li vir in. Tu kes bi qasî Kurdan ne Misilman e. Jinek kuştin û ji ser avahiyê de avêtin xwarê. Ew ne Misilmantî ye. Em Dayîkên Aştiyê li tu aliyên welat şer naxwazin. Em di pêvajoyeke aştiyê de derbas dibin. Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin; zarokên Kurdan ne pezê ber kêrê ne. Em bang li dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê dikin vî şerî rawestînin. Feyda vî şerî ji tu kesekî re tuneye. Em dibêjin bila aştî, demokrasî pêk were. Têkoşînê li Enqereyê dest pê kir çareserî jî li vir dibe. Ji bo wê em hatin vir. Em dixwazin şer bisekine û aştî pêk were û em Hakan Fîdan vedixwînin ku îstîfa bike.”

‘Li ser xwîna Kurdan bazariyê nekin’

Dayîka Aştiyê Emîne Eren jî bang li rêyedarên Tirkiyeyê û hezên navneteweyî kir û got: “Îro şerekî hovane li ser gelê Rojava tê meşandin. Em kesên van êrîşan dikin, şermezar dikin. Tirkiye ew çete perwerde kirin û şandin şer. Şerekî li dijî mirovahiyê ye. Em hatin ku Wezîrê Karên Derve re hevdîtînê bikin. Bila îstîfa bike. Li ser xwîna zarokên Kurdan planan dike. Em dibêjin bila aştî bibe. Em şer naxwazin. Me zarokên xwe winda kir, em naxwazin zarokên kesî bimirin. Dinya têra me hemûyan dike. Banga me ji civaka navneteweyî re jî ev e; Colanî DAIŞ e. Lê Tirkiye piştgiriya wan dike. Em careke din dibêjin aştî. Em hatin hevdîtinê bikin û bêjin li ser xwîna Kurdan bazariyê nekin.”

‘Zarokên Kurdan qetil dikin’  

Rêvebera MEBYA-DER'a Amedê Meryem Soylu jî destnîşan kir ku Quranê radikin û zarokên Kurdan qetil dikin û got: “Hemû kesên dibêjin em mirov in, divê vê zilmê qebûl nekin. Divê derfetê nedin DAIŞ’ê. Dê sibê li serê hemû dinyayê bibin bela.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.