Dayikên Aştiyê: Ger derî neyên vekirin em ê biçin sînor

Dayikên Aştiyê li gelek bajaran ji bo Rojava daxuyanî dan û daxwaza vekirîna Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê kir. Dayikên Aştiyê, wiha gotin: “Ger wiha bidome em sînoran nas nakin. Em dayik dê van sînoran rabikin û deh hezaran dayik em ê ji vir bi rê bikevin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Aştiyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyên çapemeniyê yên hevdem li dar xistin.

Wan

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, di çarçoveya geşedanên li Rojavayê Kurdistanê de li ber Baroya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pakarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî,parlementer, nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘Zarokên Rojava çi guneh kirine?’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadet Oklu li ser navê meclîsê axivî û diyar kir ku ev salek e, Devlet Bahçelî dibêje ku pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve deriyên sînor girtine û alîkariya ku ji bo gelê Rojava diçe rawestandiye. 

Saadet Oklu anî ziman ku ew girtina sînoran qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ger ev alîkarî ji bo DAIŞê bûya, ew ê wan derî vekin. Zarokên Rojava çi guneh kirine? Şerê li ser Rojava şerê Bakur, Başûr û Rojhilat e. Wan em kirin çar parçe, lê em yek in. Medyaya Tirkî YPG’ê terorîst bi nav dike, lê kengî YPG’ê sivîl kuştine? Em vî şerê berdewam şermezar dikin. Em baweriya xwe bi pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin tînin. Divê Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Îzmîr

Dayikên Aştiyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Peyruze Kurt xwend.

‘Têkoşîna Ocalan a ji bo rawestandina xwînê’

Peyruze Kurt destnîşan kir ku dayik, ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dê bi rê bikevin. Peyruze Kurt da zanîn ku piştî Rojava, pêvejoya diyalogê dest pê kir û got: “Ez spasiya her kesê ku ji duh heta îro ji bo aştiyê û ji bo biratiya gelên Kurd û Ereb ked dane dikim. Berî her tiştî, em spasiyên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ew di nav çar dîwaran de ji bo rawestandina xwînê û ji bo biratiya gelan têdikoşe.”

‘Zarok bê şîr û kinc in’

Peyruze Kurt, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Rojava û derbarê daxwazên dayikan de ev tişt gotin: “Zarok bê şîr û bê kinc mane. Em dixwazin peymana ku hatiye îmzekirin pêk bê û dorpêça li ser Kobanê rabe. Divê balhilgirên alîkariyê yên hatine amadekirin di Deriyê Murşitpinarê re derbas bibin.”

‘Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê’

Peyruze Kurt di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta ew sax bin dê li dijî şer bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li ku derê dibe bila bibe, naxwazin xwîn birije. Em diyaloga li Rojava bi dilxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo dest pê bike û biratiya gelên Kurd, Ereb û Tirk pêk bê. Em dixwazin sînorên di navbera wekheviyê de rabin.”

Stenbol

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê li Beyogluyê derbarê gefên li dijî Rojava de daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

'Deriyê sînor ê Murşitpinarê vekin'

Dayika Aştiyê Rewşan Doner êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi bîr xist û bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha dewam kir: "Em sînoran nas nakin. Em li gorî peymana ku di 30'yê Çileyê de hatiye îmzekirin, Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Divê mafên hemû gelan bên misogerkirin. Pêvajoya ku di 27'ê Sibata 2025'an de hatiye destpêkirin, ji ber tiştên ku îro li Rojava diqewimin bandorek neyînî li ser wê kiriye. Devlet Bahçelî got, 'Divê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad be.' Em azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî dixwazin. Divê her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û alîkarî ji bo Kobanî were şandin."

Daxuyanî piştî ku dirûşme hatin berzkirin bi dawî bû.

Amed

Dayikên Aştiyê li ber AZC Plaza li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê, rêxistina bajêr a DBP, TJA, şaredarên Amed, gelek sazî û rêxistin û her wiha gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

‘Rojava xeta me ya sor e’

Dayika Aştiyê Havva Kiran destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi zanebûn in û got, "Pêvajoyek heye ku salek e berdewam dike, ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wek dayikan, em her gavek bi hesasiyeteke mezin diavêjin da ku ji her encamên neyînî dûr bikevin. Pêncî û du sal in şer heye. Mixabin, dema ku dor tê ser Kurdan, her kes dibe yek. Lê bila em vê yekê bi zelalî bibêjin: Rojava xeta me ya sor e."

Daxuyanî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.

Mêrdîn

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê têkildarî geşedanên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê li Parka Karayollariyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdîn ê Kamûran Tanhan, endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek dayîk tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” , “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” , “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayikan pankarta ku li ser “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” dinivîsî vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Gurbet Tekîn axivî.

‘Daxwaza me ew e ku dengê me bigihe cîhanê’

Gurbet Tekîn bal kişand ser piştgiriya dewletên navneteweyî ya ji bo HTŞ’ê û wiha got: “Lê wan hêj hêza gelê Kurd nas nekiriye. Îro Kurd yek in. Vê hovîtiya ku li ser zarokên gelê Kurd didin meşandin qebûl nakin. Keziyên keçên me jê dikin, wan di avahiyên sê qatî de diavêjin vê jî li ser navê misilmantiyê dikin. Ev ne misilmantiye xinzirî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê, ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ev yek di tu dînan de tune ye. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihe cîhanê.”

‘Em dixwazin rojek berî rojekê ev derî vebin’

Gurbet Tekîn bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û wiha berdewam kir: “Ev pênc roj in TIR’ên alîkariyê yên ji bo Kobanê hatine sekinandin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev derî vebin. Li gorî daxuyaniyên wan divê ev derî roja duşemê vebûya. Dayikan amadekariyên xwe kiribûn bi hezar û sed dayîkan em da biçin ber Deriyê Kobanê yê li Pirsûsê. Heke wiha berdewam bike em sînoran nas nakin bi dayîkan mabe em ê wan sînoran ji holê rakin û em ê bi deh hezaran dayîk bikevin wir.”

Gurbet Tekîn bal kişand ser pêvajaya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Salek bi ser pêvajoyê re derbas bû. Dewlet Bahçelî gotibû bila Serokê Gelê Kurd were parlamentoyê di komcivînê de biaxive. Em ê mafê hêviyê pêk bînin. Lê bele heta îro tu gav neavêtine ev jî baweriya gel dişikîne. Ji aliyê Serok ve hemû gavên pêwîst hatin avêtin. Rojek berî rojekê mafê hêviyê yê Serokatî pêk bînin. Ji Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêtir kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Bandora şerê li Rojava bandorê li her çar parçeyê Kurdistanê dike. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyeke mayînde û bi serkeftî bi dawî bibe, bangawaziya me ji hemû gelan, saziyan ew e ku destê me xurt bikin ku em aştiyeke mayînde pêk bînin.”

‘Em naxwazin vê dijminatiyê berdewam bikin’

Gurbet Tekîn qala piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ û HTŞ’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj kefenê polîsên wan şil e lê piştgirî dan DAIŞê demek dilê wan ji bo kesê naêş e. Ne ji bo leşker û polîsên wan ne jî ji bo zarokên Kurdan. Em naxwazin vê dijminatiyê berdewam bikin. Rojek berî rojekê vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû sazî, partî û desthilat zanîbe kî li cem gelê Kurd cih negire dê têk biçin yên ku li ba gelê Kurd cih bigire ew ê serkeftî bin. Ji ber ku gelê Kurd mafdar e.”

Gurbet Tekîn destnîşan kir ku heta statuya Kurdan di Qanûna Bingehîn de neyê nas kirin dê li ser pêyan bin û li qadan bin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Bijî berxwedana dayîkan” bi dawî bû.

Mersîn

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê  li Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Zeynep Aslanê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava şermezar kir û ev tişt got: “Ji bo çi alîkarî diçin her derê lê dema mesele dibe Kurd alîkarî tên astengkirin. Em vê yekê qebûl ankin. Ger alîkarî neçin em ê biçin ser sînor.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Hezar silav li jinên li Rojava li ber xwe didin”, “Rojava rûmeta me ye” ve bi dawî bû.

Riha

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li dijî ambargoya li ser Kobanê û geşedanên li Rojava li Parka Novada ya navenda Rihayê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Sonda me kezîzêren me ne! Rojava rûmeta me ye” nivîsandî hat hilgirtin. Dayikan bênavber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.

‘Bila şer biqede’

Dayika Aştiyê Meyeser Kokmaz ku di daxuyaniyê de axivî anî ziman ku divê alîkariyên ji bo Kobanê hatinê berhevkirin divê demildest derbasî Kobanê bibe û wiha got: “25 TIR’ên alîkariyê hatinê sekinandin. Em dixwazin ew alîkarî demildest derbasî Kobanê bibe. Ji bo wê jî deriyên sînor vekin.”

Dayika Aştiyê Adalet Çay jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê deriyê sînor vebibe û ew bang kir: “Zarokên me li wir in. Barê me giran e. Bila şer biqede. Heta aştî pêk were em ê li qadan bin.”