Dayikên Aştiyê dê ji bo Helebê biçin Enqereyê

Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê.

Navenda Nûçeyan – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî êrişên ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Mûrvet Demîrê daxuyanî da. Mûrvet Demîrê got ku ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê dê sibê ber bi Enqereyê ve bi rê kevin û got: “Gelek kes di êrişan de hatin qetilkirin û birîndarkirin. Em xwedî li berxwedana li Helebê derdikevin.” Her wiha bertek nîşanî dewleta Tirk da û got: “Çima piştgiriyê didin DAIŞ’ê? Dev ji vê piştgiriyê berdin.” 

Mûrvet Demîrê xwest ji bo pêşîlêgirtina şer rayedar tavilê bikevin nava hewldanan û sibe dê saet di 14.00’an de li Parka Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Enqereyê ve bi rê kevin.  

Êlih 

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Elîf Tugluk Tumur axivî û xwest êriş bi dawî bibin. Elîf Tugluk Tumurê got. “Hem aştî hem jî şer li Enqereyê ye. Lewma em ê biçin Enqereyê.”