Dayîkên Şengalî: Em bi xêra şehîdên xwe li Çiyayê Şengalê ne
Piştî îlankirina navên 7 nemirên Şengalê dayîkên beşdarî merasîma bibîranînê bûn gotin: “Destkeftiyên Şengalê û civaka Êzidî bi saya van şehîdan e û em ê li pey şehîdên xwe bimeşin.”
CÎHAN ZEMO
Şengal – Navên 7 cangoriyên Şengalê ku di salên dijwar ên şer de li çiyayên Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, hatin îlankirin. Piştî aşkerakirina navên nemir Çîçek Ocalan, Avesta Şengal, Amara Şengal, Şengal Qîranî, Agir Botan, Firat Întîqam, Yasir Şemerî ku li çiyayê Şengalê nemir bûne, li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş merasîmeke girseyî hat lidarxistin.
Li gel malbatên nemiran, hemû endamên sazî û dezgehên civaka êzidî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de ji fermandariya YJŞ’ê heta dayîkên nemiran peyama xwedîderketina şehîdan û li pey şopa wan çûyîn hate dayîn. Dayê Qîmet Xwedêda û Dayê Zozan Simo di derbarê wate û girîngiya nemiran, rola wan a di parastina Şengalê û destkeftiyên wê ku îro hatiye wê astê ku di navbera YBŞ-YJŞ’ê û dewleta Iraqê de rêkeftinek bê çêkirin û îrade û nasnameya civaka Êzidî bê naskirin de nirxandinên xwe yên hêja bi ajansa me re parve kirin.
‘Em şehadeta wan li tevahiya Êzidiyan pîroz dikin’
Dayê Qîmet Xwedêda got “Ev bi xêra 7 şehîdên me bû. Em şehadeta wan li tevahiya êzidiyan û hevalên serê çiya pîroz dikin” û wiha domand: “Wan jî kedeke mezin li ber me de da. Em hêvî dikin malbatên me yên şehîdan li şehîdên xwe xwedî derkevin da ku keda wan winda nekin. Ger îro em li serê çiyayê Şengalê ne bi saya xwedê û van şehîdan e. Ger ev şehîdên me nebûna, dibe ku em jî ne li vir bana. Çi li vir şehîd ketin, çi jî li ciyek din ew şehîd, şehîdên êzidxanê ne. Ev şehîdên me da ku bikaribin heyfa keç û jinên Êzidî bigrin, xwe gihandin çiyayên azad.”
‘Ji vir şûn de divê Iraq me nas bike’
Dayê Zozan derbarê lihevhatina YBŞ-YJŞ’ê û dewleta Iraqê de jî anî ser ziman ku ev rêkeftin bi saya nemiran bipêş ketiye û wiha berdewam kir: “Niha pêvajoyek di navbera dewleta Iraqê û YBŞ,YJŞ û Asayîşa êzidxanê destpê kiriye. Em hêvîdar in ev pêvajo bi sererastî bimeşe. Gaveke baş e ji bo civaka me, em hêvîdar in yên baştir jî bên avêtin. Ew keda ku bi salane didin bi encam be. Ew tekoşîna ku bi salan e YBŞ-YJŞ dide di heman demê de ji bo Iraqê ye jî. Şengal jî beşeke Iraqê ye. Divê Iraq zanibe ku jenosîdek bi serê Êzidiyan de hat. Ji vir şûn de divê Iraq me nas bike. Serkeftin ya civaka me ya Êzidî ye, ya YBŞ-YJŞ’ê û ya Iraqê ye. Ev gava ku hatiye avêtin jî bi saya xwedê û van şehîdan bû. Ger ev şehîdên me nebûna wê Şengal nemaba, dibe ku bajarên Iraqê jî di dest çûbana. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin da ku miradê dijmin pêk neyê.”
‘Em ji şehîdên xwe ne poşman in’
Dayê Zozan Simo anî ziman ku ew ji nemirên xwe ne poşman in û wiha got: “Îro em li şehîdgeha Şengalê ji bo şehîdên xwe amade bûne. Şehîdên me yên dawî hatin îlankirin. Ji bo wan xêr hatin belavkirin, merasîm hate çêkirin. Ger îro me evqas şehîd dabin, em ne poşman in. Dema keçên me diçin çiyayên azad ên Kurdistanê em ne poşman in. Ew keç û xortên ku di fermanê de bi hawara me de hatin xwedî dayîk û bav bûn û niha di şehîdgeha me de veşartî ne. Çawa ew bi me ve hatin, keç û xortên me jî li çar perçe Kurdistanê şehîd dikevin. Bi saya xwedê û wan şehîdan em îro li vir in û me gavek avêtiye. Ger ne ji wan şehîdan bûya, piştî roja fermanê wê Şengal hatibana valakirin. Şengal wêran û talan bûbû. Çawa ku wê demê gerîlayên azadiyê bi me ve hatin, îro keçên me jî berê xwe didin çiyayên azad û şehîd dikevin. Rast e şehadeta wan ji bo me zahmet e, em xemgîn in, lê di heman demê de rûmet e ji bo me. Bi xêra wan şehîdan em gihîştin heq û hiqûqê xwe. Dewlet me qebûl dike. Dubare em van şehîdan li malbatên şehîdan û Rêbertî pîroz dikin. Ev 12 sal in bi saya Rêbertî em li ber xwe didin.”
‘Ji bo serkeftinê divê Êzidî bibin yek’
Dayê Zozan ragihand ku ev lihevhatina heyî gaveke û ji bo tevahî mafên civaka Êzidî bên naskirin tifaqa Êzidiyan pêk bê û got: “Ev gaveke destpêkê bû ji bo me hate avêtin. Ji vir şûn de divê em bibin yek da ku em bikaribin daxwaza mafên xwe bikin. Di dîrokê de cara yekem e ku hêzeke leşkerî ya êzidiyan tê qebûlkirin. Ger civaka me jî bû yek û li ser êzdayetiyê meşiya wê hîn zêdetir jî bê qebûlkirin.”