Dayîkên Şemiyê: Pergala hiqûqê ya heyî tiştekê çareser nake
Dayîk û Mirovên Şemiyê bi biryardariyek mezin di çalakiya xwe ya hefteya 1108’emîn de aqûbeta mirovên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin pirsîn.
Stenbol – Dayîk û Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1108’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîk û Mirovên Şemiyê , endam û rêveberên ÎHD a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1108’emîn de li aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû windakirin hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ya Tirkî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoyê xwend.
‘Revandina wî hate înkarkirin’
Oya Ersoy diyar kir ku ew di hefteya 1108’emîn de pêşiya bariyerên polîsan ku wan ji Qada Galatasarayê qût dike ne û wiha got: “Em dîsa dibêjin di dozên kesên ku hatine windakirin de bi pergala hiqûqê ya heyî nayê çareserkirin. Ji ber zincîra bêcaza hiştinê pergala dadê ji meriyetê derxistiye. Em di hefteya 1108’emîn de rewşa Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû revandin dipirsin. Mûrat Aslan di 25 saliyê xwe de, 10 Hezîrana 1994’an de li navçeya Yenîşehîra Amedê hate revandin. Li gorî çavkaniyan Mûrat ji aliyê kesên ku xwe wek polîs dane nasîn hate revandin. Malbata Mûrat serî tevahî saziyên fermî da lê revandina wî hate înkarkirin.”
‘Tevahî delîlan jî kiryar nehatin darizandin’
Oya Ersoy destnîşan kir ku piştî 10 salan bi itîrafên endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan rastî derket holê û got: “Di Fermandartiya JÎTEM’ê ya Silopiyê de îşkeceyê li Mûrat Aslan dikin, paşê jî Mûrat Aslan dibin Licê û li wir tê kuştin û veşartin. Di 19’ê Nîsana sala 2004’an de li gorî itîrafên Abdulkadîr Aygan cenazeyê Mûrat Aslan hate dîtin. Malbat ji bo 30 kesan gilî kir lê tevahî delîlan jî kiryar nehatin darizandin. Kesên ku Mûrat winda kirin nehatin pêşiya edaletê. Di hefteya 1108’emîn de em bang dikin doza Mûrat Aslan bi awayek baş bimeşînin. Ji bo Mûrat bila edalet bê bicihanîn. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê herdem li aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.