Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn

Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 128’an a çalakiya xwe de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara sala 1993’yan de hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Stenbol –  Dayîkên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1128’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê yên Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara sala 1993’yan de hate binçavkirin û piştre hate windakirin, pirsîn.

Daxuyanî li ser navê parazvanên mafên mirovan, ji aliyê Denîz Dîşlî ve hate xwendin. Denîz Dîşlî diyar kir ku Alî Tekdag ku li Amedê dijiya, li navçeya Rezanê bi bavê xwe Hamît Tekdag re pastexaneyek birêve dibir. Denîz Dîşlî da zanîn ku Alî Tekdag di nava Partiya Kedê ya Gel (HEP) de çalak bûye û rastî zextên giran hatiye. Denîz Dîşlî wiha got: “Ew bi dehan caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat. Di 13’ê Mijdara 1994’an de, Alî Tekdag bi hevjîna xwe re ji malê derket. Dema ku li herêma Deriyê Çiyê ji bo danûstandinê li nêzîkî Şekerbankê bûn, Alî Tekdag ji aliyê kesên bi cilûbergên sivîl ên bi bêtêl û çekên lûledirêj bûn ve, bi zorê li mînîbuseke spî hat siwarkirin û birin. Hemû hewldanên malbata Tekdag û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bêencam man. Her carê bersiva 'Ew ne li cem me ye girtin’ girtin.”

Denîz Dîşlî behsa şahidek bi navê S.D. kir, ku gotibû wî Alî Tekdag li Navenda Polîsên Hêzên Çevîk a Amedê dîtiye, dengê wî hatiye bihîstin ku gotiye “Ji malbata min re bêjin, ew ê min bikujin” û wiha lê zêde kir: “Di raporeke bi sernavê 'Îtîrafên Efserê JÎTEM’ê' ku di 21’ê Çileya 1996’an de di rojnameya Evrenselê de hat weşandin de, derket holê ku Alî Tekdag piştî 120 rojên îşkenceya giran, bi guleyan hatiye kuştin. Di raporê de her wiha hat gotin ku ji bo nasnameya wî neyê tespîtkirin, laşê wî bi benzînê hatiye şilkirin û şewitandin û piştre jî li perava çemekî li ser rêya Farqîna Amedê hatiye veşartin.”

‘Em qebûl nakin ku ev doz di tariyê de bimîne’

Denîz Dîşlî diyar kir ku heft lêpirsînên bi dawî bûne, di encamê de Hatîce Tekdag mijar biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Denîz Dîşlî wiha domand: “DMME biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Dadgehê bal kişand ser wê yekê ku lêkolînên derbarê windakirina bi zorê ya Alî Tekdag dema ku di bin çavan de bû, kêm û têrker nebûn û di encamê de Tirkiyeyê berpirsyar dît. Em qebûl nakin ku ev doz di tariyê de bimîne. Tevî têkoşîna bi salan a Hatîce Tekdag a ji bo bidestxistina dadperweriyê û tevahiya jiyana dayîka wî Arîfe Tekdag di bendewariya dîtina kurê xwe derbas bû. Di salvegera 32’yemîn a windakirina wî ya bi zorê de, em bang li rayedaran dikin ku lêkolîneke berfireh bikin û pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin. Lêkolîneke ku rastiya tam a derbarê doza Alî Tekdag de derxe holê, berpirsyaran diyar bike û piştrast bike ku ew radestî dadê bên kirin.”

 

Çalakî bi danîna qerenfîlan a li Meydana Galatasarayê bi dawî bû.