Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk pirsîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên bi destê Hîzbullahê hatin windakirin hat pirsîn û neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya nivîsandibû xwend û got: “Ez neviyek Şemiyê me çi bi kalê min û xalê min hat?”

Stenbol - Dayîk/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 1007’an de berdewam kir. Dayîkên Şemiyê vê hefteyê jî bi qurnefîlên di destê xwe de û bi wêneyên xizmên xwe li Qada Galatasarayê kom bûn.

Dayîkên Şemiyê, siyasemetdara Kurd Sebahat Tuncel, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengûl Demîr, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên ku 30 sal berê li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve ji malên xwe hatin girtin û hatin windakirin, hat pirsîn. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di çalakiyê de metna çapemeniyê xwend.

Ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin

Eren Keskîn diyar kir ku di nav wêneyên ji aliyê xizmên kesên windakirin ve tên hilgirtin ji salên 90'î de li Galatasaray, Amed Koşuyolu û Cadeya Gulistanê ya Êlihê wêneyên Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk jî hene ku ji aliyê Hîzbullahê ve li Êlihê hatin revandin. Eren Keskîn wiha axivî: “Di şeva 10’ê Tîrmeha 1994’an 4 kesên bi rûpuş û biçek hatin mala Îbrahîm Çelîk. Van kesan bi hinceta ku cih nîşan bidin Îbrahîm Çelîk bi zorê bi xwe re birin. Edîp Çelîk ê 19 salî ji bo ku bavê xwe bi tenê nehêle jî li pey wî diçe. Dema bav û kur venegeriyan malê, malbata bi fikar serî li cendirme û Midûriyeta Polîsan dide. Malbatê piştî bûyerê serî li dozgeriyê da û navê endamên Hîzbûllahê yên têkildarî bûyerê eşkere kir. Lê belê hemû serlêdanên malbatê bi ser neketin. Tevî hewldanan jî ji Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk tu agahî nehatin girtin.”

‘Dest ji astengkirina lêgerîna edaletê ya xizmên windayan berdin’

Eren Keskîn diyar kir ku der barê serlêdanên hatine kirin de lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “30 sal in aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk di tarîtiyê de ye û yên winda kirine jî bê ceza tên hiştin û parastin. Em di hefteya xwe ya 1007’emîn de careke din bang li rayedarên siyasî û darazê dikin: Dest ji bikaranîna qanûna demboriyê berdin ku ji bo kujer bên darizandin û cezakirin. Dest ji astengkirina lêgerîna heqîqet û edaletê ya xizmên windayan berdin. Ji bo ku aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk eşkere bibe berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Ez dixwazim bizanim ka çi bi kal û xalê min hat’

Piştre neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya ku nivîsandibû xwend. Name wiha ye:

“Ev 30 sal in dapîra min li kurê xwe û hevjînê xwe, diya min li bavê xwe û birayê xwe digere û wek neviyên wan em jî li kal û xalê xwe digerin. Me qet kal û xalê xwe nedît. Em wan ji wêneyên wan nas dikin. Her wiha em wan ji rondikên çavên dapîr û dayîka xwe nas dikin. Ez neviyek Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanim ka çi bi kal û xalê min hat. Ez dixwazim gorek wan hebe. Ez dixwazim kesên ku bûne sedema vê êşa dayîk û dapîra min bên dîtin û darizandin. Ez dixwazim edalet pêk bê. Weke malbatê em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê hêviya xwe ya ji bo gihîştina wan winda nekin.”