Dayikên Şemiyê ji bo gundiyên hatin windakirin daxwaza edaletê kirin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo 11 gundiyên ku beriya 31 salan di bin çavan de hatin windakirin daxwaza edaletê kirin.
Navenda Nûçeyan- Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza edaletê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin li Qada Galatasarayê bûn.
Dayikên Şemiyê ev cara 1020’an e hatin ba hev, hejmarek zêde ya parêzvanên mafan piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de, ji bo 11 gundiyên li navçeya Pasûra Amedê di sala 1993’an de di binçavan de hatin windakirin, daxwaza edaletê kirin.
‘Desthilatdarî polîtîkaya bêcezatiyê bi kar tîne’
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di çalakiyê de axivî û gotinên serokomarê AKP'ê Erdogan ên "Erka me ye em feraseta bêcezabûnê ji holê rakin û bi lez û bez fikarên civakê yên ewlekarî û edaletê çareser bikin" bi bîr xist û got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka feraseta bêcezabûnê nîn e. Pirsgirêka hikûmetê ye ku bêcezakirinê weke teknîka rêveberiyê bi kar tîne heye. Em bang li Serokomar Erdogan dikin; eger hûn dixwazin bêcezabûnê bi dawî bikin, pêşî me bibînin û bibihîsin. Kesên ku di bin çavan de hatine windakirin weke sûc pênase bikin. Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî îmze bikin û bi cih bînin."
Ji 11 gundiyan xeber nehat girtin
Nûray Çevîrmen di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de li navçeya Pasûrê û hinek gundên Mûşê 11 gundî di bin çavan de hatin windakirin û wiha domand: “Di operasyona leşkerî ya ku ji aliyê Tûgaya Boluyê ya di bin fermandariya Serfermandar Yavuz Erturk de di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de pêk hat de, gelek gundiyên ji gund û gundikên belavbûyî yên Pasûr û Mûşê hatibûn binçavkirin. Gundî birin herêma nêzî gundê Alaca ya Pasûrê ya ku leşker lê bi cih bûbûn. Di tevahiya operasyona ku nêzî 2 hefte domiya de li wir hatin girtin. Di vê demê de malbatên wan ji wan re xwarin birin. Di vê pêvajoyê de hinek gundî hatin berdan. Ji 11 gundiyên ku heta roja dawî ya operasyonê di bin çavan de hatin girtin tu agahî nehat girtin.”
Biryara beraetê hat dayîn
Nuray Çevîrmen anî ziman ku serlêdanên malbatan bê encam mane. Di 29'ê Nîsana 1997'an de der barê dosyayê de biryara neşopandinê hat dayîn û wiha got: “Lê belê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a 31'ê Gulana 2001'ê Tirkiye berpirs hat dîtin û ji ber ku lêkolîneke bi bandor nekir hat mehkûmkirin." Nuray Çevîrmen da zanîn ku di sala 2004'an de li gundikê Kepîrê hestiyên mirovan hat dîtin û bi hewldana malbat û ÎHD'ê ev hestiyên ku hatin dîtin ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hat şandin û ev tişt got:
“Di encamê de derket holê ku ev hesî aydê 11 gundiyên ku hatine windakirin e. Piştî serlêdana Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê, lêkolînek der barê mijarê de hat destpêkirin. Di rapora ku hat amadekirin de hat diyarkirin ku di operasyonê de hinek kes hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin em di vê mijarê de îqna nebûne. Bi îsrara malbatê di sala 2013'yan de lêkolîn hat destpêkirin, îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve jî hat qebûlkirin. Der barê Serfermandar Yavuz Erturk de jî bi daxwaza 11 caran cezayê heta hetayê û 25 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Lê tevî dîtina hestiyên gundiyên di goreke komî de, biryara mehkûmkirinê ya DMME'yê û rapora meclisê jî doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat dîtin, di 19'ê Îlona 2018'an de bi beraeta kiryar bi dawî bû. Serlêdana malbatan a îstînafê jî hat redkirin."
‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’
Nûray Çevîrmen, da zanîn ku rewşa bêceatiyê 31 sal in didome û wiha got: “Çend sal derbas bibin jî ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celîl Azîz Aydogdu, Behçet Tutuş, Mehmet Şerîf Avar, Hasan Avar, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şah Atala, Turan Demîr, Abdo Yamuk, Nusreddîn Yerlikaya, Ûmît Taş û hemû windahiyan em edaletê dixwazin. Em ê her dem bi bîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevdigere.”