Dayîkên Şemiyê ji bo 5 kesên beriya 32 salan hatin qetilkirin edaletê xwestin
Dayîkên Şemiyê ji bo Omer Çetîn, Ahmet Guler, Sait Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler ku beriya 32 salan li Şirnexê hatin qetilkirin daxwaza edaletê kirin.

Stenbol – Çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên dibin çavan de hatin qetilkirin, winda kirin û pêkanîna edaletê, di hefteya 1057'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de, serpêhatiya Omer Çetin, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler ku di Hezîrana 1993'an de di encama serdegirtina leşker û cerdevanan de li gundê Hirareş yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin qetilkirin û cenazeyên wan piştî 19 salan hatin dîtin, hate vegotin.
Ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin
Sebla Arcan diyar kir ku bi salan e daxwazên wan ên rastî, edalet û aştiyê hene û got ku ji bo aştî mayînde bibe divê rûbirûbûn û hesabpirsîn pêk were û got: “Li gundê Hirareş ku di Hezîrana 1993'an de operasyon lê hatiye kirin, gundî li dibistana gund hatine komkirin û 2 rojan îşkence li wan hatiye kirin. Yek ji gundiyan, Omer Çetin ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û birine qereqolê. Piştre ew birin mala wî û lêgerin kirin. Dema ku di lêgerînê de tiştek nehat dîtin, leşkeran gef li Omer Çetin xwarin û gotin, 'Heke tu neaxivî, em ê jina te tazî li dora gund bigerînin.' Piştî vê gefê, Omer Çetin hewl da ku ji balkona malê bireve û ji aliyê leşkeran ve hatiye gulebarankirin û bi giranî birîndar bûye. Di heman rojê de, Omer Çetîn, Ahmet Guler, Sait Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Gulerekî din ji aliyê leşkeran ve bi çavên girtî bi hinceta ku 'dê îfadeyekê bidin' dibin qereqolê.”
Du kes înfazkirin
Sebla Arcan gotinên xwe wiha domand: “Ahmet Guler ku çend roj şûnde bi birînên giran vegeriya gund, tiştên ku di binçavkirinê de qewimîn wiha vegot: 'Wan Omer Çetîn û Ahmet Guler ku yekî din jî bi heman navî ye, li nêzî gund qetilkirin. Piştre min, Sait Şen, Beşîr Başkak û Abdullah Guler birin deverek çiyayî ya bi zeviyên genim. Wan em avêtin çalekê. Dema ku ez rûniştibûm, dengê çekan hat û hevalên min li ser min ketin. Wan bombeyek jî avêtin. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, ez vegeriyam gund û tiştên ku qewimîne vegot. Malbatên ku ji bo Ahmet Guler çûn herêmê, cenazeyên xizmên xwe yên bi hovane hatine qetilkirin dîtin. Wan miriyên xwe bi dizî û bi hev re veşartin bêyî ku erkên xwe yên olî bi cîh bînin veşartin. Piştî bûyerê, gundî bi zorê hatin koçberkirin û neçar man ku koçî bajarên cûda bikin. Ahmet Guler 24 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Destê wî yê çepê seqet bû û ew hîn jî nikare laşê xwe bi tevahî bi kar bîne. Tevî ku bûyer bi tevahî hat vegotin jî tu lêpirsîn nehat kirin"
Sebla Arcan ku diyar kir hestî radestî malbatan hatine kirin û malbatan di dema kolandinê de ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Giştî ya Rayedar a Taybet a Dîyarbekirê de di sala 2012'an de hatiye kirin, cenazeyên wan bi merasîmek olî veşartine, tekez kir ku tevî 32 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî sûcdar nehatine darizandin. Sebla Arcan da zanîn ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.
Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.