Dayîkên Şemiyê: Divê dosyaya Ayşenur Şîmşek ji nû ve were vekirin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1087'emîn de li kujerên Ayşenur Şîmşek ku beriya 31 salan hatibû qetilkirin pirsîn. Dayîkan xwest dosyaya ku ji ber demboriyê hatiye girtin ji nû ve were vekirin.
Stenbol- Dayîkên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1087'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayîkên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ayşenur Şîmsek a ku beriya 31 salan hatibû windakirin pirsîn. Dayîk û Mirovên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Daxuyanî ji aliyê Îkbal Eren ve hat xwendin.
‘Gefa mirinê li Ayşenûr Şîmşek hatibû xwarin’
Îkbal Eren diyar kir ku Ayşenur Şîmşek 27 salîbû, li Enqereyê dijiya û got: “Ayşenur karê dermanxaneyê dikir. Di heman de jî di nava rêxistinên tenduristiyê de cih digirt û Seroka Şaxa Saglik-Senê yê Enqereyê bû. Ji ber karûbarên xwe yên siyasî 2 car hat binçavkirin. Di binçavan de gelek îşkence lê hat kirin. Polîsan li bavê Ayşenurê geriyabûn û gotibûn, ‘Heke Ayşenur teslîm nebe dê gelek tiştên nebaş bînin serê wê.’ Malbata Şîmşek piştî 24'ê Çileya 1995'an êdî tu agahî ji Ayşenur negirt. Malbata Şîmşek serî li polîsan, dadgeh û Wezareta Navxweyî da. Lê polîsan ji malbata Şîmşek re gotin ku Ayşenur nehatiye binçavkirin.”
‘Piştî çar mehan cenazeyê wê di goristana bêkesan de hat dîtin’
Îkbal Eren destnîşan kir ku malbata Şîmşek di rojnameyê de dîtiye li Kirikkaleyê cenazeyê kesek jin hatiye dîtin û wiha got: “Cenazeyê ku hatibû dîtin li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştre malbatê serî Dozgeriya Kirikkaleyê da. Di 12'yê Nîsana 1995’an de cenazeyê Ayşenur Şîmşek di goristana bêkesan de hat dîtin. Li gorî otopsiyê Ayşenur 28'ê Çileya 1995'an hatibû kuştin. Li ser bedena wê şopên îşkenceyê hebûn. Di ser bûyerê re 31 sal derbas bûn lê tu lêpirsînek bi bandor nehat vekirin. Kesên ku Ayşenur kuştin, hatin parastin.”
Îkbal Eren anî ziman ku ew bi bîra rayêdarên dewletê dixin ku windakirina bi zordarî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got: “Ji ber wê demborî, berpirsariya dewletê ji holê ranake. Di dosyeya Ayşenur de îhlala dewletê heye. Daxwaza me diyar e, biryara neşopandinê divê demildest bê rakirin. Heta ku heqîqet derkeve holê em ê li pey şopa windayan bin. Çend sal derbas dibin bila bibin em ê ji bo windayan edaletê bixwazin.”
Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîlên di destên xwe de danîn Qada Galatasarayê ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin.