Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 61’an de li Qada Galatasarayê ne

Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 61’an a çalakiya xwe de aqûbeta Suleyman Cîhanê ku berî 44 salan di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn û daxwaza cezakirina kiryarên wî kirin.

Satnbol – Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî û hatine qetilkirin bipirsin û sûcdar bên darizandin, çalakiya xwe ya hefteya 1061'an li darxsitin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, qurnefîl û wêneyekî Emîne Ocak a ku di 23’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, hilgirtin.

Vê hefteyê, Dayîkên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan ê ku di sala 1981’an de di binçavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û dû re hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de keçên Emîne Ocak, Aysel Ocak û Masîde Ocak, birayê Suleyman Cîhan, Ehmed Cîhan û gelek kes beşdar bûn. 

 Metna daxuyaniyê Aysel Ocak xwend.

Aysel Ocak, destnîşan kir ku Suleyman Cîhan ê 31 salî di 29’ê Tîrmeha 1981’an de dema dihat Stenbolê ji aliyên polîsên sivîl ve pêşiya wî hatibû birîn û binçavkirin, dema malbata wî bi parêzeran re serî li dozgeriyê dide dozger bersiva ne di bin çavan de ye dide wan. Aysel Ocak, diyar kir ku rayedaran di desetpêkê de rave kirine ku Cîhan di pevçûnan de hatiye kuştin pişt re jî îdia kirine ku xwe ji qatê 6’an de avêtiye xwarê û wiha got: “Piştî israra malbat û şahidan rastî derket holê. Suleyman Cîhan ê ku di 29’ê Tîrmeha 1981’an de hatiye binçavkirin li Şaxa Siyasî ya Emniyeta Stenbolê bi rojan tê îşkencekirin û hatiye qetilkirin. Piştre laşê wî ji qatê şeşan diavêjin û îdia xwekuştinê dikin. Ji bo winda bikin bi nasnemaye ‘nediyar’ li Goristana Zindanarkasi defin dikin.” 

Ev qad qada heqîqet û edaletê ye’

Piştre birayê Suleyman Cîhan, Ahmet Cîhan wiha axivî: “Çîroka windayan her tim dişibin hev. Hişmendiya qedexekar û bêcezakirin. Ev qad navenda bîra me ye. Ev qad qada heqîqet û edaletê ye.”

‘Em dest ji doza xwe bernadin’ 

Piştre keça Emîne Ocak, Masîde Ocak dayîka xwe bibîr anî û ev tişt got: “Ne ev qad tenê, avahiyên li hemberî me, çûkên li ser telan, qurnefîlên ku her şemiyê tene vir, wêneyên li vir tên daliqandin em û hûn tev şahid in. Me sozek da diya xwe: ‘Heta windayê me yê dawîn bê dîtin em ê dev jê bernedin’.

Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.