Dayîkên Şemiyê daxwaza edaletê ji bo Komkujiya Basayê kirin
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1085'emîn a çalakiyên xwe de ji bo Komkujiya Basayê daxwaza edaletê kirin û xwestin berpirsiyar bên darizandin.
Stenbol – Dayikên/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1085'emîn li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, li Qada Galatasarayê kom bûn.
Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiya Dayîkên Şemiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser sûcdarên ‘Komkujiya Basa’ ku di 15'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basa ya Şirnexê çêbû ku 11 gundiyên hatibûn binçavkirin, di mînîbusekê de hatibûn gulebarankirin û şewitandin hat sekinandin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Kaya ve hat xwendin.
‘Edalet bi darizandina edlî û bi bandor dikare bi bidestxistin’
Jiyan Kaya diyar kir ku divê rastî bê eşkerekirin, bêcezatî bi dawî bibe û edalet di Komkujiya Basayê de pêk were û wiha got: “Edalet tenê bi darizandina adil, bibandor û serbixwe ya sûcên ku ne tenê îro, di heman demê de yên ku di demên berê de hatine kirin jî dikare bê bidestxistin.”
Jiyan Kaya destnîşan kir ku ew ê ji bo Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya, Ramazan Orûç, Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz, Lokman Ozdemîr, Mehmet Oner, Ramazan Nas ên di Komkujiya Basayê de hatin qetilkirin û hemû windayan her tim doza aedaletê bikin.