Dayikên Şemiyê cara 1080’an li Qada Galatasarayê kom bûn

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, cara 1080’an li Qada Galatasarayê kom bûn.

Stenbol – Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin dipirsin û dixwazin kiryarên wan bên eşkerekirin û darizandin, di hefteya 1080'an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û ji bo Huseyîn Taşkaya yê ku sala 1993’yan li navçeya Siwerek a Rihayê hate binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehate girtin, edaletê xwestin. Endama Lîjneya Rêveberiya Navendê ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Eren Keskîn diyar kir ku windakirinên bi zorê polîtîkayeke dewletê ye li Tirkiyeyê û di encamê de, qet lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin da ku çarenûsa windayan were eşkerekirin û sûcdar werin cezakirin. Eren Keskînê destnîşan kir ku malbatên windayan bi polîtîkayeke sîstematîk a înkar û bêcezatiyê re rû bi rû hatine hiştin û got ku dewlet bi veşartina agahiyên li ser çarenûsa windayan îşkenceyê li wan dike. 

Aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

Eren Keskîn diyar kir ku ew ji bo pirsîna çarenûsa Huseyîn Taşkaya li hev civiyane û got: "Huseyîn li Sêwregê muyeahîd bû. Di salên 1990'î de, Sêwreg di bin kontrola Eşîra Bucak de bû û raporên fermî ev avanî wekî 'dewletek di nav dewletê de' bi nav kirine. Huseyîn Taşkaya ku binpêkirinên cidî yên li Siwregê rexne kir, bû hedefa hem hêzên ewlehiyê û hem jî Eşîra Bucak. Ji ber zêdebûna gefan, malbata xwe şand Stenbolê û demekê li mala apê xwe ma da ku karûbarên xwe rêk bixe. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de, leşker, polîs û cerdevanên ji Eşîra Bucak bi karwaneke ji 30 wesayîtan gihîştin mala apê wî ya li taxa Baglar a Sêwregê. Wan Huseyîn Taşkaya bi zorê girtin û bi wesayîteke leşkerî birin. Ev bûyer ji hêla xizm û niştecihên taxê ve hat dîtin. Malbat, cenderme, polîs, dozgerî û walîtî tu bersiv nedan malbatê."  

‘Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin’

Eren Keskîn ku ragihand ku rayedarên leşkerî îdia kirine ku Taşkaya piştî binçavkirinê teslîmî polîsan bûye û got ku lê polîs bi gotina "Ew li cem me nîne; ji Sedat Bucak bipirsin" meseleyê ji xwe dûr xistine. Eren Keskîn wiha domand: "Parlamanterê Partiya Dogrû Yolê (DYP) yê wê demê û sercerdevan Sedat Bucak wê demê got, 'Tîma me ew bir, lê wî ew radestî dewletê kir; yên mayî di çarçoveya agahdariya dewletê de ne.' Lêbelê, ji wê demê ve tiştek ji Huseyîn Taşkaya nehatiye bihîstin. Tevî hemû şahidiyan, Serdozgeriya Komarê Sêwregê bûyerê wekî 'îdiayek bêbingeh a malbatê' red kir û dozê bi biryara neşopandinê girt." 

Eren Keskîn destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê û cezakirina kiryaran bernedin.

Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.