Dayîkek û 2 zarokên wê ku li Suweydayê hatibûn revandin hatin berdan
Saba Zarîfe û her du zarokên wê ku li ser rêya Şam-Suweyda ya Sûriyeyê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, piştî zêdetirî hefteyekê dîlgirtinê hatin berdan.
Suweyda – Malbat di 25’ê Gulanê de dema ku li ser rêya Şam-Suweyda rêwîtî dikir, hat revandin. Saba Zarîfe û du zarokên wê hatin berdan. Lê belê, hat ragihandin ku bavê zarokan Raid Zeyneddîn û şofêrê taksiyê Safwan el-Kudmanî, hîn jî dîlgirtî ne. Di demên dawî de li ser vê rêyê gelek caran bûyerên revandinê têne ragihandin.
Zêdebûna hejmara revandinan li herêmê, bûye sedema nerazîbûna raya giştî. Li Suweydayê, welatî ji ber pirsgirêkên ewlehiyê li dijî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwepêşandanan dikin, daxwaz dikin ku ewlehî were mîsogerkirin û ji kesên ku berpirsyarên revandinan in, hesab bê pirsîn.