Dayika Cîhan Bîlgîn ji bo keça xwe strî

Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema şopandina nûçeyan de bi SÎHA'yên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.  

Gotinên stranê wiha ne: 

“Ji bîr nakim, ji bîr nakim 

Çav xezala xwe ji bîr nakim

Dernakeve ji vî dilî 

Heta serê min girêdin, deynin ser kevirî 

Yadê nemayê min got bahar hat û lê bihar nabê 

Yadê nemayê dilê min bûye gola xwînê

Yadê nemayê çavxezala min me gîha miradê 

Li min nemayê 

Cîhana min ciwan bû lê lê dayê

Dayikê hine li desta nekir

Lê lê dayê ez nemamê

Dayik kenek li bejn û balê nekir 

Lê dayê li min nemayê 

Wexta xezala min tê bîra mino 

Êş dikeve serê min 

Lê lê dayê 

Dişewite kezeba mino lê lê dayê 

Ne hekîm û ne doktora hênik nabê  

Ji bîr nakim, çavxezalê 

Ji bîr nakim bejin ziravê

Dernakeve ji vî dilî”