Dayîka Aştiyê: Kobanê xeta me ya sor e, em ê biparêzin
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku komploya navnetewî îro di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de didome û da zanîn ku Kobanê ji bo gelê Kurd xeta sor e û got: “Em ê parastina Kobanê bidomînin.”
Ekîn Ada
Stenbol – Êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dike hedef, di 6’ê Çileyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên girêdayî Helebê gihîşt astek din. Di êrîşên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û DAIŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin de, li dijî taxên Kurdan gelek sivîl hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di dema êrîşan de dîmenên îşkenceyên giran û nêzîkatiyên dermirovî û sûcên şer di raya giştî de deng veda. Di nava van dîmenan de, dîmenê avêtina şervanek jin ji avahiyê, li Reqa jêkirina keziyê şervanek jin, rastî bertekên tund hat. Ev dîmenên hovane nîşan da ku êrîş ne tenê fîzîkî ne, asta psîkolojîk jî di kijan astê de ye.
Êrîşan rasterast bandor li jiyana sivîlan kir
Piştî Şêx Meqsûd û Eşrefiye, pêla êrîşan li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Bi taybetî dorpêçkirina Kobanê, li bajar bi xwe re krîzek kûr a mirovî anî. Li bajarê ku ceyran, av û înternet, sotemenî û xwegihandina xwarinê lê hatî qutkirin, sivîl rastî şertên giran ên aborî û jiyanî hatin. Şertên giran ên zivistanê, negihandina pêwîstiyên bingehîn û kêmbûna alîkariyên mirovî, di serî de jin, zarok û extiyar, rasterast bandor li jiyana gel kir. Tevî van şertan gelê herêmê, biryardariya xwe ya parastina xak û qadên jiyanê li dijî êrîşan domand, li çar aliyên Kurdistanê û welatên cûda yên dinyayê piştevaniya xwe ya ji bo berxwedanê Kobanê diyar kirin.
Piştî xwepêaşdanên li çar aliyên Kurdistanê û gelek cihên dinyayê li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li Şamê bi nûnerê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Colanî re hevdîtin kir. Peyamana ku di vê hevdîtinê de derketiye di 30’ê Çileyê de hate ragihandin. Li gorî lihevkirina 30’ê Çileyê, wê hêzên leşkerî ji xetên temasê vekişin, hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karê Hundir li navendên bajarê Hesekê û Qamişlo werin bicihkirin, li herêmê destpêkirina pêvajoya entegrasyona hêzên ewlehiyê û sernavên avakirina tumena leşkerî ya girêdayî Walîtiya Helebê derketin pêş.
‘Kobanê ji bo wan bû dert’
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner, bi bîrxist ku Kobanê beriya 11 salan hatiye rizgarkirin û wiha got: “Ez hemû şehîdên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîrtînim û serê xwe li ber wan ditewînim. Ez ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim.” Rewşen Doner diyar kir ku îro Kobanê di hedefê de ye û wiha pê de çû: “Dijmin cardin çav berdaye ser Kobanê. Kobanê ji bo wan bûye derd. Lê belê gelê Rojava û bi taybetî gelê Kobanê divê vê bizanin ku Rojava û Kobanê, xeta sor a gelê Kurd e. Heta dawiyê em wek gelê Kurd û dayîkên Kurd, em ê parastina Kobanê bidomînin.”
‘Heta dawiyê em li gel gelê Rojava ne’
Rewşan Doner bal kişand ser girîngiya Kobanê ji bo gelê Kurd û wiha domand: “Kobanê dilê gelê Kurd e. Ketina Kobanê, ketina çar aliyê Kurdistanê ye. Banga min ji bo hemû Kurdên li çar aliyê Kurdistan û gelê enternasyonel ew e ku, me çawa 11 salan Kobanê parastibe, îro jî divê bi heman biryardariyê em biparêzin. Divê em li dijî yên dixwazin Kobanê bixin, têkoşîna xwe mezin bikin. Heta dawiyê em li gel xelkê Kobanê ne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê têkoşîna xwe bidomînin û emê li gel Rojava bin.”
‘Ji bo xaka xwe ger pêwîst bike emê canê xwe bidin’
Rewşan Doner destnîşan kir ku komkujî û êrîşên li dijî taxên Kurdan li Helebê, piştî civîna DYE, Îsraîl, Sûriye û Tirkiye li Parîsê pêk hat û wiha bidawî kir: “Disa li ser Kurdan planên komployekê hatin amadekirin. Piştî hevdîtinan, bi destê DAIŞ û HTŞ’ê li dijî Şêx Meqsûd, Eşrefiye yên Helebê, Koban û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin pêkanîn. Nûnerê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Colanî peymana 10’ê Adarê pêkneanî û dest bi êrîşan kir. Dewama komploya 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî dom kir. Lê belê bila baş bizanin, gelê Kurd ji bo xaka xwe ger pêwîst bike dê canê xwe bide û ti caran dev ji berxwedana xwe bernade.”