Dayika Aştiyê Berfîn Sayin jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Berfîn Sayin li nexweşxaneya ku nêzîkî du mehan ji ber penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Dayika Aştiyê Berfîn Sayin (70) a ku nêzîkî du mehan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ji ber penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Berfîn Sayin ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê ya Wanê (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin.

Cenaze bi duayan li Goristana Zeviyê ya li taxa Çal a Sêrtê hat veşartin. Ji bo Berfîn Sayin wê 3 rojan li mala sersaxiyê ya Halid Bin Velid a li taxa Koperatîfê sersaxî bên qebûlkirin.

Hevjînê Berfin Sayin, Şukru Sayin di sala 1996’an de dema ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir li Rojava ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Murat Sayin (Murat Têkoşer) di 17’ê Tîrmeha 2013’an de, di pevçûneke li dijî DAIŞ’ê ya di navbera bajarên Çilaxa û Dêrikê yên Rojava de jiyana xwe ji dest da. Berfin Sayin jî di tevahiya jiyana xwe de têkoşîn meşand.