Dayîk bi keçên ciwan û zarokan re xwarinê ji şervanan re çêdikin
Dayîk û xwişkên şervanên YPJ'ê û zarokên Rojava yên di dema şoreşê de hatine cîhanê îro xwarinên gelêrî ji şervanên QSD/YPJ'ê yên di eniyên pêş de li ber xwe didin re çêdikin. Şervanên ku di eniyên pêş de şer dikin keda wan silav kirin û soza xwe nû kirin
Sorgul Şêxo
Til Temir - Bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro, ji destpêka Şoreşa Rojava ve di 19'ê Tîrmeha 2012'an de rastî êrîşên hêzên tarî DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û îro cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’ê tê. 14 sal in êrîş li ser destkeftiyên şoreşê didomin.
Gelê Kurd li hemberî êrîşên hewayî û bejahî, dorpêç û her cure êrîşên derûnî li ber xwe didin.
Şervanên ku li eniyên pêş li ber xwe didin, êrîşên dijmin dişkînin da ku gel bi jin û zarokên xwe re di ewlehiyê de bijî. Li eniyên paş jî dayîk di metbexan de ne ji bo ku xwarinê ji şervanan re çêkin û erka xwe ya welatparêzî û deynê xwe yê li hemberî şervanan, bi cih bînin.
Dayîkên şervanan, dayikên temenê wan mezin û zarokên di şoreşê de çêbûne, tevî xwişkên şervanên YPJ'ê îro xwarinên gelêrî çêdikin.
Rojava ya 11 salî ji bo şervanan pelan dipêçe û dolmeyan çêdike
Rojava Seed keça 11 salî ya ku navê xwe ji Şoreşa Rojava girtiye, dibistana wê ji ber êrîşan hatiye rawestandin. Rojava îro tevî dayika xwe hatiye metbexê û sarma û dolmeyan çêdike. Rojava dibêje: “Em xwarinê ji şervanên xwe re amade dikin, da ku bedena wan bihêz bibe û alîkariyê bidin me. Xalekî min şervan e, yek jî şehîd e. Yezdan şervanan biparêze, hêzê bide wan û bi ser bikevin.”
Xwişka şervana YPJ’ê
Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Semîra El-Hesen jî pelan dipêçe û dibêje: “Dibe ku em nikaribin li eniyên pêş bin lê em dikarin di eniyên paş erkên xwe bi cih bînin. Em xwarinên gelêrî ji şervanên xwe re çêdikin. Ji aliyekî ve em çanda xwe diparêzin ji aliyekî ve jî ji bo şervanên me birçî nemînin û bi hêz bin.”
Her kes serferber bûye
Semîra got ku xwişka wê Hîra jî şervaneke YPJ’ê ye û got: “Bi hêvî me ku ev xwarin bigihîje ber destên xwişka min jî û ew jî bixwe lê ger negihîje wê jî hemû şervan xwişk û birayên me ne. Heya ku şervanên me hebin, em ê jî hebin û em ê herdu jî erka xwe li hemberî hev û welatê xwe, bi cih bînin. Îro her kes serferber bûye, ji şervanên di eniyên pêş heta dayîk û gelê mal û taxên xwe diparêzin. Her wiha dayîkên me hêz û sebrê didin malbata xwe.”
Di sê pêvajoyên şoreşê û êrîşên li ser Til Temirê de di metbexê de cih digre
Çinar Yûsiv a ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de gelek caran di metbexa xwarinê de cih girtiye dibêje: “Ne yekem car e Til Temir rastî êrîşên dagirkeriyê û cîhadîstan tê. Di sala 2015’an de jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajar kirin. Em wê demê bi ser ketin, îsal jî em ê bi ser bikevin û em ji hêza gel û şervanên xwe bawer in. Hem parêzvanên ax û taxa xwe ne, hem jî ji bo ku şervan birçî nemînin em xwarinê ji wan re çêdikin.”
Piştî xwarin tê amadekirin, li şervanên di eniyên pêş de tê belavkirin.
Şervan Cîger Til Temir ê ku xwarinê ji dayîkan re çêdike, spasiya xwe ji dayîkan re kir û got: “Me bihîst ku zarokek 11 salî jî alîkariya dayîka xwe dike, di çêkirina xwarinê de. Em kêfxweş bûn û em ji vir soz didin wan dayîk, zarok û gelê xwe, em ê xwedî li baweriya wan derkevin.”