Daxwaza koçberên Serêkaniyê vegera bi ewle ya warê xwe ye

Jinên koçber ên ji Serêkaniya dagirkirî ku li kampa Newroz a bajarê Dêrikê dimînin destnîşan kirin ku daxwaza wan tenê rizgarkirina bajarê xwe û vegera bi ewle ye.

EBÎR MUHEMED

Dêrik - Li gorî amarên Navenda Karûbarên Koçber û Penaberan a Kantona Cizîrê, tenê li 4 kampên li Kantona Cizîrê nêzî 51 hezar koçber hene. Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran kes li derveyî kampan jî hene. Rewşa koçberan ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve tê paşguhkirin, li ser kiryar û sûcên mirovî yên li Serêkaniyê ya hatiye dagirkirin çêdibin çav û guhên xwe girtine. Jinên koçber ên Serêkaniya dagirkirî têkildarî mijarê ji me re axivîn.

Reca Ebdo ya 47 salî ji Serêkaniya dagirkirî ye, 5 sal in li Kampa Newrozê ya koçberan a bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî 10 kesên ji malbata xwe dimîne dibêje: “Jiyana me bi zehmetî dibore, hem havîn û hem jî zivistan bi giranî derbas dibin. Jiyana di kampan de ne weke jiyana li mal û bajarê xwe ye. Berî her tiştî, pêşeroja zarokên me tune ye. Dema mirov koçber be her tişt giran û zehmetir dibe.”

‘Gelo ji ber em Kurd in tên paşguhkirin?’

Reca Ebdo diyar kir ku rêxistin û komleyelên mirovî yên navneteweyî girîngî nadin wan û wiha pê de çû: “Alîkariyên gelek kêm ji me re tên pêşkêşkirin ji aliyê rêxistinên mirovî ve. Serê mehê carekê alîkariyên mirovî mîna dermanên paqijiyê, zexîre û nan didin me. Rêxistinên mirovî ji her alî ve nabin alîkar û yên dikirin jî kêm kirine. Wan jî êdî pişta xwe daye me û guh nadin me.”

Reca Ebdo wiha berdewam kir: “Em difikirin gelo em Kurd in loma welatên cîhanê me paşguh dikin? Çima bi çavên mirovan li koçberan nanêrin. Me ax û malên kesê dagir nekirine, em ji ax û mala xwe bûne.”

‘Tenê em daxwaza vegerê dikin’

Reca Ebdo teqez kir ku bi hêviya vegerê dijîn û wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku rojek vegerin malên xwe. Heta kengê em ê di vê rewşê de bimînin. Çima welat alîkariya me nakin ji bo em vegerin bajarê xwe. Em alîkariyên mirovî naxwazin, em tenê dixwazin vegerin cih û warên xwe. Bajar me xirabe jî ji bo me ne pirsgirêk e, em ê ji nû ve ava bikin.”

 ‘Bi zorê em hatin koçberikirin û cîhan bêdeng ma’

Hedla Mustefa ya 31 salî jî ji Serêkaniyê ye, destnîşan kir ku ew ji ber dagirkeriyê mecbûrî koçberiyê bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Me ji ber dagirkeran malên xwe berda. Em ji malbat, dost û cîranên xwe qut bûn, her malbatek bi derekê ve çû. Mal û milkên me çûn, tiştekî me nema. Ez bang li hemû welatan dikim, çima li hemberî rastiyê xwe ker dikin? Çima ji Erdogan re nabêjin ma tu çi ji van gelan dixwazî. Kes nabêje ev gel perîşan bûye, çima kes li ser vê mijarê nîqaş nake.”

‘Heta ku Tirkiye û çeteyên wê ji Serêkaniyê dernekevin em venagerin’

Hedla Mustefa bal kişand ser sûcên ku tên kirin li herêmên dagirkirî û got: “Çeteyên ku li bajarên me yên niha dagirkirî bi cih bûne sûcên dijmirovî dikin. Li Serêkaniyê talankirin, wêrankirin, dizî û kuştin her dem didome. Li herêmên dagirkirî bazar li ser jinan tê kirin, wan dikirin û difroşin. Heta ku dewleta Tirk û çeteyên wê di bajarê me de bin, em venagerin.”

‘Sûcekî mezin e’

Hedla Mustefa da zanîn ku li bajarê wê Serêkaniyê jiyana pêkhateyan di nava wekhevî û aramiyê de bû wiha bi dawî kir: “Li Serêkaniyê hemû pêkhate bi hev re wekhev û hevbeş dijiyan bêyî cudahî. Em bi hestên xwişkîtî û biratiyê bi hev re dijiyan. Îro li wir guhertina demografî çêdibe, dixwazin wan herêman tev bixin Ereb. Rast e em hemû pêkhate yek in lê dema ku bajarek bi giştî demografiya wê were guhertin û çeteyên hov lê bi cih bibin, wê demê ev sûcekî mezin e.”