Daxwaza Dayîkên Aştiyê ya Newrozê: Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan

Dayîkên Aştiyê yên ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Newroza îsal hem bi daxwaza aştiyê hem jî azadiya Fizîkî ya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî dikin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – 21’ê Adarê Cejna Newrozê ku ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedan û têkoşînê, îsal dê bi şîara “Azadî û Demokrasiyê” were pîrozkirin. Daxwaza ku di Newrozê de derkeve pêş jî avêtina gavên zû ji bo pêvajoyê û di gaveke nêz de azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Dayîkên Aştiyê jî ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin û diyar kirin ku mifteya aştiyê di dest Abdullah Ocalan de ye. Dayîkan dan zanîn ku ji bo pêkhatina ştiyê gava yekem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.

‘Bila êdî deriyên girtigehan vebe’ 

Ji dayîkan Hanîfe Koçak wiha got: “Em daxwaza fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dikin. Ji bo gel banga me ev e; bila xwe ji Newrozê re amade bikin. Divê em pêşî li şer bigrin, bila êdî deriyên girtîgehan werin vekirin.” 

Saadet Oklu jî diyar kir ku divê Newroza 2026’an bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Daxwaza me ya pêşîn azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku ev nebe aştî nabe.” 

Edîbe Koçak jî bi pîrozkirina Newroza gelê Kurd, reberê gelê Kurd û girtiyan dest bi axaftina xwe kir û got: “Me her dem, aştî, azadiyê xwest. Em hêvî dikin ku ev Newroz ji bo van daxwazên me bibe wesîle. Daxwaza me azadiya hemû girtiyên siyasî ye. Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe. Di serî de gelê Kurd, hêvî dikim vê Newrozê bibe wesîleya azadiya hemû gelên bindest.”

‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe’

Kewê Işik, jî bal kişand ku divê Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe û wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nabe. Di vê Newrozê de banga me ji her kesê re ev e: Bila bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Zekiye Kaya jî diyar kir ku du cejn li pey hev in û wiha got: “Li pêşiya me du cejn hene. Yek cejna Remezanê ye yek jî Newroz e. Em hêvî dikin ku di van cejnan de birêz Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe. Em dixwazin wî li welatê wî, di navbera gelê wî de bibînin.”