Daxuyaniyên Pezaşkiyan û guhertina stratejiya Îranê
Pezaşkiyan diyar kir ku êrîşên Îranê yên li ser cîranên wê tenê di rewşa gefê de ji nû ve dest pê dikin. Ev yek pirsa gelo qebûlkirina nebûna serokatiyê şaşiyeke stratejîk e yan taktîkeke ji bo parastina desthilatdariya rejîmê derdixe holê.
Navenda Nûçeyan – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezaşkiyan di gotareke televîzyonî de roja Şemiyê, 16’ê Sibatê, diyar kir ku Îran li hemberî welatên cîran dijminatiyê nake û êrîşên bi mûşek an jî firokên bêpîlot li dijî wan welatan tenê wê ji nû ve dest pê bikin ger êrîşên li dijî Îranê ji xaka wan welatan dest pê bikin.
Pezaşkiyan di peyama xwe de ji welatên cîran lêborîn xwest û tekezî li ser pêwistiya parastina yekîtiya navxweyî û berxwedana li hember zextên derve kir.
Pezaşkiyan her wiha diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê teslîmî DYA û Îsraîlê nabe û ji gel xwest ku nakokî û nerazîbûnên xwe bidin aliyekî yekgirtî bimînin.
‘Êrîşên li dijî welatên cîran bêyî rêberî û fermandarên leşkerî hatine kirin’
Ev daxuyanî pirsekê derdixe holê: Gelo ev qebûlkirina şaşiyeke stratejîk û leşkerî ye, yan daxuyaniyeke taktîkî ye ku armanca wê parastina desthilatdariya rejîmê di bin zexteke tund a derveyî de ye?
Ev daxuyanî di demek de tên ku raporên dawî yên êrîşên mûşekî û bêmirov ên Îranê li dijî Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Qeter û Azerbaycanê hatine belavkirin.
Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Ereb ragihand ku ji destpêka şer û pevçûnan ve nêzî 196 mûşekên balîstîk û zêdetirî 1000 dron ber bi welat ve hatine avêtin. Her çend piraniya van hatine astengkirin jî di hin êrîşan de mirin û birîndarbûna sivîlan çêbûye.
Her wiha Qeterê ragihand ku wan bi çend droneyan du balafirên Îranî asteng kirine û xistine xwarê. Qeterê diyar kir ku wan der barê van êrîşan de ji Tehranê tu agahdariya pêşwext negirtiye.
Komara Azerbaycanê Îran bi êrîşeke bi dronan tawanbar kir. Hat ragihandin ku du dronên Îranî li ser axa wê ketine û du sivîl birîndar bûne. Îranê tohmet red kirin û îdia kir ku ger niyeta wê hebe ku êrîşî Azerbaycanê bike, ew ê dronên piçûk bikar neyne.
Di vê navberê de, raporên êrîşên Îranê yên li ser tesîsên enerjiyê û binesaziya petrolê li welatên Kendava Farsê derketin holê. Karbidestên Îranî diyar kirin ku hinek ji van welatan baregehên leşkerî yên Amerîkî li xwe digrin ku dikarin ji bo operasyonên li dijî Îranê werin bikaranîn.
Di heman demê de, serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku bêyî "teslîmbûna bê şert û merc" a Îranê tu peyman ne mimkun e û got ku gava Tehran teslîm bibe, Emerîka û hevalbendên wê dê alîkariya ji nû ve avakirina aboriya Îranê bikin.
Lê belê pirsa bingehîn a ku niha analîst û raya giştî mijûl dike ev e:
Gelo Îran, bi riya van peyamên Pezaşkiyan, nîşaneya paşvekişandina qelskirina hêza xwe ya leşkerî dide?
Gelo axaftina li ser nebûna serokatiyê û fermandarên leşkerî xeletiyek stratejîk e yan cureyek îfadeya poşmaniyê ye ji bo parastina desthilatdariya rejîmê?
Gelo gefên li dijî Amerîka û Îsraîlê, digel hişyariyên Trump, siyaseta Îranê ber bi riyeke nû ve birine?
Ev pirs bêbersiv mane û pêşeroja pêşketinên li herêmê ne diyar e.