'Darizandina qatilên jinan wê bi destên jinan be'
Dayîka Hevrîn Xelef Suad Mustafa û Hevseroka Tev-Demê Remziya Muhemed diyar kirin ku darizandina qatilên jinan ên di nav HTŞ’ê ya cîhadîst de ne wê bi destên jinan be.

HESNA MUHEMED
Hesekê- Şoreşa Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jina Kurd çêbûye, tê de gelek jinên siyasetmedar, hiqûqnas û tekoşer derketin pêş. Li dijî desthilatdarî û sîstema dagirkeran, têkoşiyan û bûn sembola berxwedanê. Yek ji jinên Rojavayî ku bi têkoşîna xwe bûye sembola azadiyê jî Hevrîn Xelef bû. Hevrîn ji bo Sûriyeyek demokratîk bê avakirin kedek mezin da û mohra xwe li dîroka azadiya jinan da. Hevrîn Xelef Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê bû û di 12'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê serçeteyê bi navê Ebû Hatim Şeqra ve di encama êrîşek hovane de li ser xeta M4 hat hedefgirtin û şehîd bû.
Serçete hatin erkdarkirin
Piştî hilweşîna rêjîma Baasê ku di 8'ê Kanûna 2024'an de ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve bi serkêşiya Ehmed El-Şeraa (Colanî) çêbû, Sûriye derbasî qonaxek nû bû. Colanî di 29'ê Çileya 2025'an de li Şamê kongreyek bi navê 'Kongreya Serkeftinê' li dar xist û tê de xwe wek Serokê Sûriyê ragihand. Her wiha di vê kongreyê de serçeteyê bi navê Ehmed Îhsan Feyad El-Hayis ku bi navê Ebû Hatim Şeqra yan wek qatilê Hevrîn Xelef tê nasîn û serçeteyê bi navê Mihemed Casim ku bi navê Ebû Emşat tê nasîn, wek rêveberên Sûriyeyê hatin erkdarkirin. Ev her du serçete li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî gelek sûc, kiryar û komkujî li ser sivîlan û jinan pêk anîne.
Derbarê mijara erkdarkirina kujerên jinan a li cihên rêveberiya di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, ji aliyê jinan ve bi taybetî jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve gelek nerazîn û bertek hatin nîşandan. Jinan daxwaza darizandina van kujeran li dadgehên navnetewî kirin. Dayîka têkoşer Hevrîn Xelef û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ji ajansa me re daxwazên xwe yên ji bo darizandina qatilên jinan, parve kirin.
'Kujer dê bi kîjan wijdanê welat birêve bibin'
Dayîka tekoşêr Hevrîn Xelef, Suad Mustafa diyar kir ku kujer û qatil bûne rêveber û welatekî birêve dibin û wiha got: "Kujer û qatilên jinan niha di Sûriyeyê de cihê rêvebirinê girtine. Kujer bûne serokên dewletan û welatekî birêve dibin. Kesên ku rûmet û hebûna xwe firotine wê bi kîjan wîjdanê welatê birêve bibin û bikevin xizmeta gel. Dewleta Tirk bi riya van kujeran daxwaz dike hebûna xwe di xaka Sûriyeyê de piştrast bike. Ew hewl dide dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Bi riya siyaseta dagirkeriyê ev kes bûn kujerên sivîlan, bi taybetî jî yên jinan. Cîhên kesên kujer li ser xaka Sûriyeyê nîne. Ji ber ku axa Sûriyeyê axek pîroz e û qebûl nake kesên qartil cîhê xwe tê de bigirin."
'Avakirina Sûriyeke demokratîk bi pêşengiya jinan gengaz e'
Suad Mustafa destnîşan kir ku Hevrîn Xelef ala Sûriyê bi rengê yesmîna Sûrî xemilandibû. Dayîka Suad diyar kir ku ji ber vê yekê kujer nikarin cîhê xwe di rêvebirina Sûriyeyê de bigirin û wiha axivî: "Hevrîn Xelef ala Sûriyê bi rengên yesmînan xemilandibû, ez jî wek dayîka Hevrîn tu car qebûl nakim kesên kujer di bin ala yesmîna Sûrî re derbas bibin û cîhên xwe di rêvebirinê de bigrin. Divê civaka Sûrî bi xwe rêveberî û nûnertiyên xwe bipejirînin. Divê jin cihê xwe di cîhên rêveberiya Sûriyeyê de bigrin. Ji ber ku bi saya tekoşîn û fedakariya jinan, Sûriyê li berxwe da. Tu car jina Sûrî koletî û bindestî qebûl nake, ji ber ku wê ava azadiyê vexwariye. Ew qebûl nake ku carek din dîroka koletiyê ya beriya 5 hezar salan vegere û jin bi edet û kevneşopiyan bên fetisandin. Avakirina Sûriyeke azad û demokrat bi têkoşîn, berxwedan û pêşengên jinan gengaz e. Divê jina Sûrî serî ji van kujeran re netewîne û hesaba cezakirina wan bixwaze."
'Divê qatil bi destên jinan bên darizandin'
Dayîka Suad bang li rêxistinên mafên mirovan û ên jinan kir ku kujerên jinan bidarizînin, mafên jinan biparêzin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bang li rêxistinên mafên mirovan û yên jinan ku qaşo mafên mirovan diparêzin, dikim. Divê ev kujer li dadgehên navnetewî bên darizandin û hesabê xwînê jinan bê xwestin. Pêwîst e ev kujer bi destê jinan bên darizandin. Ev kujer ji xaka Sûriyê ya pîroz bên derxistin. Hesab ji kesên ku piştgiriya wî dikin jî bê xwestin. Cîhên kujerên jinan di xaka me de tuneye. Di qetilkirina Hevrîn Xelef de sûcek şer pêk hat. Em tu car qebûl nakin û rê nadin ku kujerên Hevrîn Xelef cîhê xwe di pêşeroja Sûriyeyê de bigrin. Ji ber ku ev xak xwediyê 12 hezar pakrewan in û bi xwîna wan hatiye rizgarkirin. Em ê şopdarê riya pakrewanên xwe bin, bi taybetî riya Hevrîn Xelef wê bê şopandin."
'Kujerên jinan di hikûmeta demkî de cîhê rêvebirinê digirin'
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Muhemed bal kişand ser komkujiyên ku hatine serê jinan û got ku di salên şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê teroran gelek komkujî li hember jinan hatine kirin. Remziye Muhemed wiha got: “Bi taybetî jina têkoşer û birêxistinkirî dibûn hedefa êrîşên dagirkerî û çeteyên wê. Jinên siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvan bi zanabûn û pêşketina xwe metirsiyek di dilê dijmin de ava dikin, ji ber vê yekê wan dike armancên xwe. Ji bo darizandina van kujeran pêwîstî bi têkoşînekê heye. Di milê hiqûqî û siyasî de li herêmê gelek xebat tên meşandin ji bo ku kiryarên wan kujeran bên belgekirin û hesab jê bê xwestin. Ev kujer di hikûmeta nû de piştî hilweşîna rêjîma Baasê di cîhên rêvebirinê de cîh digirin. Her wiha erkek mezin di vê hikûmetê de jê re tê dayîn."
'Li şûna ku bên darizandin, tên erkdarkirin'
Remziya Muhemed destnîşan kir ku ji bo darizandina kujerên jinan wê di têkoşîna xwe de bi îsrar bin û wiha pê de çû: "Sîstemên desthilatdar û saziyên ku cih di nava guherînên ku li Rojhilata Navîn rû dane de digrin, seranserî salên şoreşê çav li ser qetilkirin û komkujyên ku jin tê re derbas dibûn, digirtin. Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin de pêwîst e hesab ji kujeran bên xwestin, di şûna wê de li cîhên rêvebirinê tên erkdarkirin. Pêwîst e îradeya gelan ku ji bo azadiya xwe bi salan têkoşiyane, derkeve holê û hesab ji van kujeran bixwazin. Jin ji bo darizandina qatilan di gelek warên jiyanê de di nava liv û tevgeran de ne. Bi hemû rê û rêbazan hewl didin ev kujer bên darizandin. Xebatên me ji bo derxistina kujerên jinan a ji xaka Sûriyeyê wê bidome."
'Bi xurtkirina yekîtiya jinan wê qatil bên dadgehkirin'
Remziya Muhemed tekez kir ku bi xurtkirina yekîtiya jinan wê mafên jinan bên parastin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Xebatên jinên Rojava ji bo danasîna tecrûbeyên xwe bi jinên Sûriyeyê re wê berdewam bike, da ku jin karibin parastina mafên xwe bikin û rê nedin kujeran ku wan birêve bibin. Pêdîvî heye ku her jinek di vê pêvajoyê de xwedî li azadiya xwe derkeve û ji bo wê bidest bixe, divê têbikoşe. Bi yekîtiya xwe emê parastina mafên jinan misoger bikin û qatilên wan bidin dadgehkirin. Li hember desthilatdarî, sîstemên netew-dewlet û dagirkeriyê pêdîvî bi xurtkirina yekîtiya jinan heye. Ji ber vê yekê banga xwe ji hemû jinên Sûriyeyê re dişînin ku yekîtiya xwe ava bikin, da ku karibin li hember dagirkeriyê mafên xwe biparêzin."