‘Darên ku me ji bo Rêber Apo çandin bi nirxê şoreşê hatin avdan’

Nafiya Esed û Behiye Mûrad ên ji Qamişloyê ne, behsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên beriya şoreşê kirin, anîn ziman ku darên ku çandine bi nirxên şoreşê hatiye avdan û daxwaza xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kirin.

BÊRÎTAN MAZLÛM - NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên rengîn ên mîna dar çandinê tên pîrozkirin. Endamên Mala Jinê Nafiya Esed û Behiye Mûrad du jinên ji bajarê Qamişloyê ne. Herdu jinên ku ji bo Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê karên cûr be cûr kirine û emrê xwe dane şoreşa xwe, behsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên beriya şoreşê kirin. Her du jinên li ber siya dara ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çandine bîranînên xwe yên pîrozbahiyên kevin bi hev re parve kirin.

Nafiya Esed ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, behsa bîranîna xwe ya bi wî re kir û daxwaza xwe ya carek din dîtina Abdullah Ocalan anî ziman. Behiye Mûrad a ku dema xwestiye biçe gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê leşkerên rejîma Baasê ve li ser rê hatiye vegerandin jî got ku yekane daxwaza wê ya di jiyana wê de, dîtina Abdullah Ocalan e.
 

‘Kurdistan bi gulê ku wî ji me re şand xemilî’

Nafiya Esed anî ziman ku wan yekem car di sala 2001’an de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî veşartî pîroz kirine. Nafiya got ku di wê pêvajoyê de ji ber êrîşên rejîma Baasê ew çend malbat hatine ba hevdû, bi pasteya ku ji bo rojbûna Abdullah Ocalan çêkirine vê rojê li hev pîroz kirine, bi hev re govend gerandine. Nafiya Esed destnîşan kir ku piştî pîrozbahiyê, hatine binçavkirin lê dîsa jî ew her sal ji bo Rêberê xwe hatine ba hevdû, dar çandine û şahiyan kirine.

Nafiya Esed da zanîn ku di sala 2002’yan de jî dema ku wan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirine û dar çandine, carek din bi êrîşên Baasê re rû bi rû mane û wiha got: “Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinan riya azadiyê vekir. Rêber Apo îsal gul ji me re rêkirin, îsal her çar perçeyên Kurdistanê bi gulên wî hatin xemilandin.”

Dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Behiye Mûrad jî anî ziman ku wan di pêvajoyên beriya şoreşê de tevî zext û zordariyê 4’ê Nîsanê bi kombûna jinan û gel pîroz kirine. Behiye Mûrad a ku got “Rêber Apo riya azadiyê nîşanî jinan da”, anî ziman ku yekane daxwaza wê, dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Behiye Mûrad xwest bîranîna Nafiya Esed a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re guhdar bike. Li ser vê daxwazê Nafiya Esed anî ziman ku ew di sala 1990’î de ji bo cejna 15’ê Tebaxê çûye gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevî girseyekî mezin a ji gel, 4 rojan perwerde dîtiye. Nafiya Esed diyar kir ku ew di wan çar rojan de ji fikr û felsefeya wî gelek bandor bûye û wiha got: “Piştî ku ez vegeriyam, kesekî bi temenê 70`salî hat destê min maç kir, min jê re got çima tu destên min maç dikî? Got destê te li kevirê Hecê ketiye, te bi destê Rêber Apo girtiye. Gelek jin zarokên wan nexweş bûn, digotin Rêber Apo destên xwe li ser wan bibe ji bo ku rihet bibin. Rêber Apo got ez ne bijîşk im, wê dayîkê jêre got baweriya me bi te tê ku wê ev zarok li ber destên te rihet bibe.”

‘Rêber Apo riya azadiyê nîşanî jinan daye’

Nafiya Esed da zanîn ku xwesteka wê Rêber Apo fîzîkî azad bibe û wiha pê de çû: “Rêber Apo fîzîkî ne li gel me ye, lê fikir û felsefeya wî bi me re jiyan dike. Di sala 1991`î de carek din ez çûm gel Rêber Apo, dema em derbasî kampê bûn azadî hat ber çavê min. Rêber Apo hat gel me û ji me re axivî, me got Rêberê me em nikarin bê te jiyan bikin, xwesteka me ku em her gav werin gel te. Perwerdeya li ber destên te hiştiye ku zane bibin. Ji ber te riya azadiyê nîşanî jinan kiriye û te hebûna jinan ava kir. Min got Rêber Apo ez soz didim te ku ez vegerim ezê karê jinan bikim. Ji sala 1991`î de ez karê jinan dikim û heta roja îro. Tevî vî temenê minî 60`salî, xwsteka mim ku ez Rêber Apo bibînim fîzîkî azad bibe, em bihêvî ne ku Rêber Apo fîzîkî were gel me.”                                                                                                         

Hesreta salan

Behiya Mûrad jî bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin û got: “Beriya çend salekî nedihiştin ku ti agahî ji Serok bibhîzin, ew ji me re êşek bû.

Behiya Mûrad da zanîn ku wan jî di sala 1992’an de xwestine biçin gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha qala wan deman kir: “Bi hezaran gel civiyan ji bo ku biçin Rêber Apo bibînin. Lawê min 2 salî bû min wî bi cih kir, ji ber ku hesretek bû ji min re ku ez Rêber Apo bibînim. Piştî ku me xwe hazir kir, Rêjîma Baasê nehişt ku em derbas bibin û heta niha hesreteke ji min re ku ez Rêber Apo bibînim. Ew xwestek her û her bi me re ye ku ez Rêber Apo bibînim. Ji bilî karê cebhewî, me grûbên jinan ava kiribûn. Gelek şande ji derve tên gel me, pirs dikin ka ji bo azadiya Rêber Apo hûn çi dikin. Ew şande dibêjin em mane matmayî ku di cîhanê de wekî jinên Rojava kar û xebat dikin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em gihîştine vê asta zanebûnê û me ev qas kar û xebat daye meşandin.”

Ji vir û heta Îmraliyê em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin

Nafiya Esed a ku got “Tevî ev temenê minî ku zêdetirî 60 salî ye, eger niha derfet hebe ku ez biçim Îmraliyê, ezê biçim” wiha domand: “Min nexwendiye, lê min di got zarokan ka pirtûkên Rêber Apo ji min re bixwînin. Rêber Apo ji xwe û malbata xwe tiştek nekir, lê her tişt ji bo gelê xwe kir. Ji vir û heta Îmraliyê em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, em vê rojbûnê li hevalên di zîndanan de, malbatên şehîdan, şervanên di çeperên şer de û li rêxistina jinê pîroz dikin. Xwesteka ku sala were Rêber Apo li gel me be û em rojbûna wî pîroz bikin. Pêwîst e em karê xwe berdewam bikin û karê jinan serkeftî derbas bikin.”

Em temenê dirêj ji Rêber Apo re dixwazin

Behiya Mûrad jî 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Bi hezaran gotinên hêja û baqên gulanê em ji Rêber Apo re rêdikin û em temenê dirêj ji Rêber Apo re dixwazin. Xwesteka me, dîtina Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinên xwe Behiye Mûrad û Nafiya Esed dara ku di salên destpêkê yên şoreşê de bi boneya 4’ê Nîsanê çandine avdan û gotin ku ew dara ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çandine bi nirxên şoreşa jinê hatiye avdan û mezin bûye.