'Danişînên piştevaniyê ji rojnamevanên jin re bûn keştiyek jiyanê'
Rojnamevanên jinên ên Filistînê ku sûd ji danişînên Weqfa Çapemeniyê ya Filistînê girtine dibêjin: "Ev danişîn ji bo bihêzkirina rojnamevanên jin bû û wek keştiyek jiyanê di nava xeniqîna psîkolojîk de bû."

NEXEM KERACÊ
Xeza- Duh Weqfa Çapemeniyê ya Filistînê rêze rûniştinên piştevaniya derûnî û civakî ku komek rojnamevanên jin ên Filistînê armanc dike, bidawî kir. Ev însiyatîfa mirovahî, di çarçoveya projeya "Kampa Rojnamegeran" de hat destpêkirin. Armanca van rûniştinan, dermankirina birînên derûnî yên rojnamevanên jin ên ku li qadê di nav şer û pevçûnan de dixebitin e.
'Danişîn ji bo bihêzkrina rojanemevanên jin bû'
Derûnnas Fatên Şalah ku danişîn pêk anî û pêşkêş dikir, destnîşan kir ku rojnamevanên jin li Zîvala Xezayê di bin zexteke psîkolojîk a mezin de dijîn. Fatêh Şalah wiha got: “Ji ber ku di encama êrîşan de rastî kiryar û hovîtiyên hêzên Îsraîlê hatine. Armanca van danişînan ne tenê ew bû ku cîhek ewledar peyda bikin. Her wiha ji bo ku rojnamegerên jin bikaribin stratejiyên têkoşînê yên bi bandor bikar bînin û balê bikşînin ser çîrokan, hat lidarxistin. Di danişînan de çalakiyên cihêreng ên wek temrînên nefesê, temrînên dîtbarîkirinê û çalakiyên medîtasyona hişmendiyê dihatin pêşkêşkirin."
'Danişîn di nava xeniqîna psîkolojîk de mîna keştiyeke jiyanê bû'
Rojnamevan Mûna Bekir ku ji van danişînan tecrûbe girtiye, got ku ji destpêka şerê qirkirinê yê li ser Xezayê heta niha qadan terk nekirine û wiha got: “Em li qadan in. Me bûyerên komkujiyan, nalîna mexdûran, hestiyên zarokan û wêneyên dayîkên xemgîn belge kirin. Ev danişîn di nava vê xeniqîna psîkolojîk de weke keştiyeke jiyanê hatin, ji bo ku bêhna xwe bigirin û bînin bîra xwe ku em mirov in, ne makîne ne.
‘Rojnamegera jin a Filistînî li qadan hêza xwe nîşan da’
Mûna Bekir destnîşan kir ku ew ne tenê xwediyê kamera û pênûsê ne û wiha pê de çû: “Em dayîk in, mirovên koçber in, bi wendahî û tirsê dijîn û rojane li zêdetirî yek eniyan şer dikin. Me bi hezkirin ev pîşe hilbijart, lê dagirkerî her tim dixwaze peyama me bikuje. Hevalên me dikuje, malên me xirab dike û rastiya ku em hildigirin peyda dike. Lê rojnamegera jin a Filistînî nîşan da ku li qadan hêjayî hezar mêran e û gotina azad namire."
'Danişînan deriyên ku min digirt vekirin'
Rojnamevan Rema Keraz jî diyar kir ku qet xeyal nedikir ku ew ê bikaribe biaxive û hestên xwe anî ziman: “Min êşeke ku nayê vegotin hilgirt. Van danişînan deriyekî ku min bi hişkî girtibû ji min re vekirin. Min behsa rêwîtiyeke dûr û dirêj a koçberiyê kir ku tijî heqaret û tirsê bû, behsa windakirina birayê xwe kir ku çarenivîsa wî zêdetirî salekê ne diyar bû, berî ku em zanibin ku ew bûye armanca guleyên dagirkeriyê û hatiye kuştin. Her dîmenek ku em belge dikin, du caran dijîn, carek bi kamerayê, carek jî di kabûsên xwe de. Ji ber vê yekê ji me re însiyatîfên bi vî rengî gelek girîng in. Pêdiviya me bi parastin, piştevaniya berdewam û şopandina bênavber heye.”
Rojnamevana jin a Filistînî sembola sekna neşikestî ye
Li qadekê ku ji ber şer westiyaye, rojnamevanên jin ên Filistînî bi kamera, pênûs û rastiya xwe li ser kavilan dimeşin. Dema ku hin nûçeyan wekî sernivîsê dihesibînin, ev jin wê wekî birînên xwînrijandinê dibînin. Her çend piştgiriya psîkolojîk şer ranawestîne jî, ew cesareta zindîbûnê dide dil, dihêle ku ew şerê xwe berdewam bike da ku tiştê jê ditirse, bêje. Di navbera nivîsên tije rondik û alavên weşanê yên di bin bombebaranê de, rojnamevana jin a Filistînî wek sembola sekna neşikestî dimîne.