Danişîna Halîse Aksoy hat paşvexistin

Danişîna Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egîd Îpek di nava qutiyek de bi kargoyê jê re hatin şandin; ji bo ku dozgerî biryara xwe amade bike hat paşvexistin.

Amed- 6’emîn danişîna doza Halîse Îpek a ku bi gotinên îtirafkar Umît Akbiyik di 28’ê Nîsana 2023'yan de hat girtin û bi îdiaya “endama rêxistinê” te darizandin, pêk hat. Halîse Aksoy tevlî doza ku li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin nebû. Parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek li dadgehê amade bûn.

Di danişînê de dozgeriyê xwest ji bo ku biryara xwe amade bike, qewl bidin. Dadgehê daxwaz qebûl kir û dinişînê heta 7’ê Sibatê paşve xist.