Danişîna failê ku Dîlek Bîtgîn birîndar kir careke din hat taloqkirin

Danişîna doza Dîlek Bîtgîn a ku ji aliyê mêrê ku pê re zevicî Ahmet Bîtgîn ve hatibû birîndarkirin, ji ber nehatina rapora ATK’ê careke din hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Bismila Amedê di sala 2021’ê de Dîlek Bîtgîn ji aliyê mêrê ku pê re zevicî xwe Ahmet Bîtgîn ve bi çekê hatibû birîndarkirin. Der barê Ahmet Bîtgîn de ji sûcên, “Hewldana kuştina bi qestî ya hevjîna xwe”, “Kirîna guleyên çeka bê rûxset, çekê li ser xwe gerandin û li cem xwe hiştin” tê darizandin. Danişîna 9’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Dîlek Bîtgîn, Şîrvan Yakut û Ahmet Bîtgîn ê girtî tê darizandin di danişînê de amade bûn.

Danişîna ku bi tesbîtkirina nasnemayan dest pê kir, parêzer Şîrvan Yakût destpêkê mafê axaftinê girt û diyar kir ku dadgehê rapora ji bo tesbîta guleya li muwekîla wî ketiye, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê xwestibû lê nehatiye. Şîrvan Yakût xwest li benda encama raporê bê sekinandin û bersûc girtî bê darizandin.

Piştre faîl Ahmet Bîtgîn parastina xwe kir, sûcdariyên li ser xwe red kir û xwest bê berdan. Parêzerê wî jî xwest muwekîlê wî bê berdan û ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” bê darizandin. 

Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku li benda rapora ATK’ê bê sekinandin û bersûc girtî bê darizandin. Danişîn taloqî 16’ê Îlonê hate kirin.