Danişîna doza TJA’yê dê sibê bidome
Rûniştina doza TJA'yê di roja duyem de dewam kir. Piṣtî parastina jinan parêzeran parastin kirin û doz taloqî sibê bû.

Enqere – Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja duyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina jinan berdewam kir. Piştî parastina jinan parêzeran parastin kirin.
Piṣtî parastina parêzeran rûniṣtina doza TJA'yê taloqî sibehê hat kirin.