Danişîna Azer Mansurî pêk hat
Doza ku seroka Eniya Reformê Azer Mansurî jê tê darizandin, li Şaxa Lêpirsînê ya Duyemîn a Dozgeriya Ewlekariya Tehranê pêk hat.
Navenda Nûçeyan – Doza Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî roja 4’ê Mijdarê li Şaxa Duyemîn a Lêpirsînê ya Dozgeriya Ewlekariya Tehranê hat dîtin. Azer Mansurî, bi parêzera xwe re tevlî danişînê bû. Di danişînê de, der barê belavoka dosyaya ku ji ber çalakiyên protestoyî yên Eniya Reformê yên di Çileya 2026’an de hatibû vekirin parastin kir.
Azer Mansurî di danişînê de naveroka belavoka eniyê parast
Doz piştî ku belavok li dijî çalakiyên di meha Çileyê de çêbibûn û kuştina welatiyan hat weşandin hat vekirin. Di belavokê de Eniya Reformê; xwestibû komîteyeke serbixwe ya lêgerîna heqîqetê were avakirin, saziyên berpirsyar hesab bidin, kesên di bin çavan de ne werin berdan û di şêwazê rêveberiyê de guherînên bingehîn çêbibin.
Berê jî serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgarzade û sekretere giştî yê eniyê Bedrusadat Mufîdî, di çarçoveya heman dosyayê de ji aliyê Şaxas Lêpirsînê ya Duyem ve bangî wî hatibû kirin û hatibû lêpirsînkirin.
Rapor nîşan didin ku hêmana ku bûye sedema vekirina dozê, naveroka belavoka Eniya Reformê û rapora hiqûqî ya Wezareta Îstîxbaratê ye.
Li gorî raporên ku hatine weşandin, naveroka belavokê, ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve weke “propagandaya li dijî rejîmê hatiye nirxandin. Endamên Eniya Reformê bi weşandina vê belavokê û têkildarî naveroka wê tên sûcdarkirin.