Dadgehên Şoreşê yên Îranê û polîtîkaya tepisandinê

Jina Kurd Şemsî Xusrewî ya ji Seqizê, di doza ku li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê de hate dîtin, bi îdiayên "sîxurtiya ji bo Îsraîlê" û "hevkariya bi partiyên Kurd re" tê tawanbarkirin û bi xetereya darvekirinê re rûbirû ye.

Navenda Nûçeyan – Hemwelatiya Kurd Şemsî Xusrewî ya 44 salî ya ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, di doza li dijî wê hat vekirin de bi xeteriya darvekirinê re rûbirû ye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyêde cihdigrin, doza Şemsî Xusrewî beriya demekî kurt li 15’emîn şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selavatî hat dîtin. Hate diyar kirin ku Şemsî Husrewî bi sûcdariyên "berhevdanî", "sîxurtiya ji Îsraîlê re" û "hevkariya bi partiyên muxalif ên Kurd re" tê tawanbarkirin û bi îhtîmala cezayê darvekirinê re rûbirû ye.

Di nûçeyan de hate diyar kirin ku Dadwer Ebûlqasim Selewatî di danişînê de ji Şemsî Husrewî re gotina, "Ji bilî cezayê darvekirinê tu cezayek din nayê dayîn” bi kar anî.

Şemsî Xusrewî sala borî li ser rêya Kerec-Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. Malbata wê, ragihand ku piştî binçavkirina wê nêzî du mehan der barê cihê lê girtin de tu agahî nehatiye dayîn. 

Hate ragihandin ku Şemsî Xusrewî hêj li Girtîgeha Kerçakê ya li Varaminê tê ragirtin.