Dadgeha Îranê der barê Pexşan Ezîzî de paşve gav navêje

Hat ragihandin ku tevî belgeyên cihê baweriyê ji dadgehê re hatiye dayîn jî, lê dadgeha Îranê tu guhertin di dosyaya Pexşan Ezîzî de nekirine.

Navenda Nûçeyan- Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî diyarkir ku tevî wan belgeyên cihê baweriyê bi dadgehê dane jî, lê dadgeha Îranê ti guhertin di dosyaya Pexşan Ezîzî de nekirine.

Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsyan di derbarê pêşveçûnên dosya girtiya siyasî Pexşan Ezîzî de ji malpera Emteda re axivî.

Parêzer Emîr Reîsyan diyarkir ku wî daxwaz ji dadgeha bilind kiriye ku bala xwe bide ser belgeyên cihê baweriyê û bikare cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hilweşîne.

Emîr Reîsyan diyarkir ku ji bo dosya Pexşan Ezîzî dubare di ber çavan re were derbazkirin, wan dosya şandine yek ji liqên dadgeha bilind a Îranê û got: “Her çiqas di dosya Pexşan Ezîzî de lez tê kirin, lê me belgeyên cihê baweriyê yên li ser kar û çalakiyên mirovî yên Pexşan Ezîzî û alîkariya wê ya ku di kampên koçberên şerê DAIŞ’ê de kiriye, pêşkêşî dadgehê kiriye.

Parêzer Emîr Reîsyan diyar dike tevî ev belge pêşkêşî dadgeha bilind kirine jî, lê ti bandorê li ser dosya Pexşan Ezîzî nekiriye.

Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.