CPJ: Divê berpirsyar bên darizandin

CPJ’ê ji bo rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişê dewleta Tirk de de hatin qetilkirin, daxwaza lêpirsîneke berfireh û berpirsyar bên darizandin.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bang li Tirkiyeyê kir. CPJ’ê daxwaz kir ku lêkolîn û lêpirsînek berfireh li ser êrişê li dij rojnamevanan were kirin.

Rêveberê CPJ’ê Gypsy Guillén Kaiser der barê mijarê de wiha ragihand: “Her tim divê rojnamevan û sivîl werin parastin. Em bang li meqamên parastinê yên Tirkiyeyê dikin ku der barê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Sûriyeyê de, lêpirsîneke berfireh were kirin. Divê berpirsyar bên darizandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du rojnamevan dema şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên Artêşa Mîllî Sûriyeyê (SMO) dişopand, hatine hedefgirtin.

Xebatkarê ANHA’yê Ekrem Berekat diyar kiribû ku di dema bûyerê de nivîsa ‘Press’ (Çapemenî) li ser wesayîtê hebûye lê dîsa jî êriş pêk hatiye.

CPJ’yê ragihand ku li ser mijarê ji Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza şîroveyê kiriye, lê bersiv negirtine.