CPJ: Di sala 2025’an de 129 rojnamevan hatin qetilkirin
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku di sala 2025’an de li seranserê cîhanê 129 rojnamevan hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev hejmara herî zêde ya ji sala 1992’yan û vir ve ye.
Navenda Nûçeyan- Rojnemevan di dema xebatên xwe de tên hedefgirtin. CPJ’ê diyar kir ku rojnamevanên ku hatine qetilkirin herî zêde ji Xezayê ne û xwest ku di asta navneteweyî de reformên lezgîn bên çêkirin û bêcezatî were bidawîkirin.
Rapor, hêzên Îsraîlê ji her sê qetilkirinan duyan berpirsyar digre. Piraniya rojnamevanên li Xezayê rasterast an jî bi êrîşên nehatiye dîtin, jiyana xwe ji dest dan.
Her çiqas di sala 2025’an de hejmara rojnamevanên ku li Ukranya û Sûdanê hatin qetilkirin 4 û 9 jî bin, ev hejmar li gorî mirinên li Îsraîlê kêm mane.
Tiştek din ê ku di raporê de derket pêş, zêdebûna qetilkirina rojnamevanan a bi drone ye. Rapor dibêje ku 39 bûyer hatine tomarkirin, 28 ji van li Xezayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, 5 li Sûdanê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve, 1 li Iraqê di êrîşa bi guman a hewayî ya Tirk de û 4 jî li Ukranyayê ji aliyê dronên Rus ve hatine pêkanîn. Hejmara li Ukraynayê, piştî sala 2022’yan bûye 15. Li gor raporê ev bûye hejmara herî bilind a rojnamevanên hatine qetilkirin.
CPJ’ê zêdebûna gerdûnî ya mirinan û qetilkirinên rojnamevanan, bi çanda bêcezatiyê re girê dide. Di 47 qetilkirinên bi zanebûn ên rojnamevanan de lêpirsîna zelal nehat kirin û hesab nehatin xwestin.
Komîte destnîşan dike ku neparastina çapemeniyê û necezakirina êrîşkaran a ji aliyê hikûmetan ve, li welatên şer lê tune jî rê li ber qetilkirinên rojnamevanan vedike. Di sala 2025’an de li Meksîka, Hindîstan û Filîpînan rojnamevan hatin qetilkirin û li van welatan edalet pêk nehat.
CPJ’ê di rêbazên lêpirsîna qetilkirina rojnamevanan de banga reforma xurt kir û ji bo vê yekê jî, avakirina komên lêpirsînê yên navneteweyî û pêkanînên ji bo hedefê, pêşniyar kir.