‘Colanî Sûriyeyê diyariyî Îsraîlê dike û êrîşî gelê Kurd dike’

Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî da zanîn ku di demek Îsraîl Sûriyeyê perçe dike û Colanî parêzgehan diyariyî wî dike, li dijî gelê Kurd ê resen êrîşên qirkirinê dimeşînin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Gel û şervanên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li hember êrîşên çeteyên El-Emşat û El-Hemzat tevî koma Nûr El-Dîn yên ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve tê destekkirin û cîhadîstên HTŞ’ê, şerek bê hempa kirin. Gel û şervanên taxê li hemberî bi hezaran çete, tang û dronan destanên lehengiyê nivîsandin û li beramberî planê dagirkirina taxan heta kêliya dawî li ber xwe dan.

Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Gulîxan Sofî têkildarî êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê axivî.

5 roj du tax, şerê li hember du dewlet û bi hezaran çeteyan

Gulîxan Sofî got ku du dewlet, li dijî berxwedana du taxên Kurdan tevî ku dagir kiribin jî têk çûne û wiha berdewam kir: “Li hember gelên sivîl yên bê çek û bê tanq, planek qirêj hat kirin. 5 roj ji berxwedanî û fedayîbûna şervanan û gel a li beramberî du dewlet, bi hezaran çete, tanq û dronan, serkeftinek mezin e bê guman. Ji ber gelekî fedakar û birûmet ku bi hêsanî terka ax û taxên xwe nekir, hebû.”

Golan û Qûneyîtira beramberî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Gulîxan wiha dirêjî da gotina xwe: “Ev tiştek tenê nîşan dide ku planek kirîn û firotinê çêbûye, ew jî li beramberî Golan û Qûneyîtira Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin firotin. Planek pir qirêj hatiye kirin, pêwîst e ku gelê Sûriyeyê û dengên rastiyê şerê navxweyî qebûl nekin. Ji bo Sûriyeyek wekhev a destpêkê raweste, şerê navxweyî ye.”

Bi perçekirinê yekîtiya Sûriyeyê çêdikin!

Gulîxan niyeta Hikûmeta veguhêz a demkî ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibîr xist û got: “Hikûmeta veguhêz a demkî ya ku bi xwe Sûriyeyê perçe dike, li dijî pergala demokratîk û hewldanên Rêveberiya Xweser û QSD’ê avakirina Sûriyeyek yekbûyî û navendî, şer dike. Çawa Golan û Qûneyîtira firotin Îsraîlê, sibe wê perava Sûriyeyê jî bifroşin.”

Divê lêkolînek demildest ji bo taxan bê kirin

Gulîxan dîsa bal kişand ser sûcên şer û komkujiyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûn û ev daxwaz kir: “Cîhan û hêzên garantor çawa dikarin çavên xwe ji komkujiyên her du taxan re bigrin? Pêwîst e lêkolîn were destpêkirin, sûc û binpêkirinan belge bikin tevî ku gelek sûc û komkujî hatine kirin lê çapemeniyê wê belge nekiriye. Ev daxwaza me, dayîk û xwişkên me yên Şêx Meqsûdê ye. Gelek cenazeyên me li wir mane, pêwîstiya her du taxan bi lêkolînek demdildest heye. Divê bê zanîn kî çawa hat qetilkirin û ev hemû sûc jî bi raya giştî û çapemeniyê re were parvekirin.”

Nûnerê piştgirê qirkirina gelê Kurd!

Gulîxan helwest û nêzîkatiyên Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Tom Barrack ên li beramberî doza gelê Kurd û bûyerên li Şêx Meqsûdê çêbûn bibîr xist û got: “Ger ewqas alîgirê aştiyê ye, çima sûcên ku hikûmeta demkî û çeteyên ser bi Tirkiyê ve li her du taxên Kurdan nabîne? Nedît çawa dilê Kurdek dîlgirtî tê derxistin an çawa cenazeyên şervanek ji avahiyê davêjin, ku ehlaqê mirovahiyê qebûl nake.”

Gulîxan destnîşanî yekîtiya ku Colanî dixwaze ava bike kir û got: “Yekîtiya ku Colanî ava dike ew e ku gelê resen bi destê çeteyên Misrî û Şîşanî werin kuştin gelo? Qaşo Tom Barrack nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyê ye, lê bêdengiya wan li beramberî komkujî û êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, zelal kir ku Rêveberiya Sûriyê di destê wî bi xwe de ye û bi xwe piştgirên êrîşê ne. Li şûna ku ji pirsgirêkên netewan û doza wan re çareseriyan bibîne, dibe hevkarê êrîşên hikûmetê.”

Divê dewleta Tirk û hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe bên cezakirin

Gulîxan îşaret bi çeteyên ku gelê Kurd qetil dikin û got ku Artêşa Sûriyê pêwîst e ku ji gelê Sûriyeyê pêk werin û wiha gumanên xwe bilêv kir: “Çeteyên gelê me qetil dikirin û komkujî pêk anîn bi xwe çeteyên DAIŞ’ê bûn û alên DAIŞ’ê li ser zendên wan in îro. Pêwîst e ku lêpirsîn destpê bike û ev çete werin cezakirin, tevî dewletên ku li hember gelê resen gelê Kurd bikar anîn, ew jî hesab bidin. Hikûmeta Sûriyeyê û dewleta Tirk divê her du jî ceza bigrin.”

Bi çeteyên ku YPJ’ê ew têk biribûn îro êrîşî Kurdan dikin

Gulîxan xeteriya ku îro herêm û tevahiya Sûriyeyê bi vegera DAIŞ’ê re pê re rû bi rû ye wiha anî ziman: “Êrîşa li dijî jinên Aşûrî li Xabûrê û jinên Êzîdî li Şengalê me jibîr nekiriye û baş tê bîra me çawa YPJ’ê paytexta xîlafetê ya DAIŞ’ê Reqa rizgar kir û xeteriya li ser jiyana jinan dûr xist. Çeteyên ku me herêmên xwe jê rizgar kir, îro xwe di hundirê hikûmeta nû de bihêz bicih dikin û êrîşan pêk tînin. Bi çeteyên ku YPJ/YPG’ê û QSD’ê wan şikand, îro êrîşên qirkirinê li dijî netewa Kurd pêk tînin.”

Destana Şêx Meqsûd wê ji nevî û nifşên nû re were vegotin

Gulîxan Sofî got ku destana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê destana ku ew û neviyên xwe wê serê xwe li ber bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber dîroka gelê Kurd tijî destanên berxwedanî û lehengiyê ne. Dema dapîrên me ji me re digotin me bi serbilindayî guhdar dikir. Destana şervan û gelê Şêx Meqsûdê jî li ser van destanan zêde bû. Wê neviyên me bi van çîrokên lehengiyê mezin bibin û bi serbilindî guhdar bikin û mîrasê berxwedaniyê bişopînin.”