Ciwanên Mexmûrê bi pergala neteweya demokratîk xwe perwerde dikin
Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Wargeha Mexmûrê hewl dide li dijî pergala netew-dewletê bi pergala neteweya demokratîk ciwanên wargehê bi rêxistin û perwerde bike.
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Peymangeha Şehîd Kerîm Kato di sala 2013-2014’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê hat avakirin, bi pergala perwerdê ya neteweya demokratîk, li dijî pergala netew-dewletê têdikoşe. Peymangeha Şehîd Kerîm Kato alternatîfa sîstema zankoyên heyî ye, ciwanên wargehê bi pergala neteweya demokratîk du salan perwerde dike.
Rêvebera Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Marya Bozan û yek ji xwendekarên refa yekemîn a peymangehê Zenûra Babat têkildarî kar û xebatên peymangehê ji ajansa me re axivîn.
‘Peymangeh bi armanca alternatîfa sîstema zankoyê ya heyî hat avakirin’
Rêveber Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Marya Bozan, di destpêka axaftina xwe de behsa armanca avabûna Peymangeha Şehîd Kerîm Kato kir û wiha axivî: “Peymangeha Şehîd Kerîm Kato di sala 2013-2014’an de bi armanca anternatîfa sîstema zankoyê ya heyî hate avakirin. Me hewl da li wargehê endamên pergala neteweya demokratîk derbixin. Pergala neteweya demokratîk di her aliyê de ji pergalên dewletê cudatir e. Ciwanên wargehê yên diçûn zankoyê bi pergala dewletê dixwendin û ev yek jî dibû sedem ku bi pergala me re nebin yek. Me xwest em hem kadroyên pergala xwe bi pêş bixin, hem jî bikaribin pergal û bîrdoziya xwe baştir fêm bikin û bi ciwanên xwe bidin fêmkirin. Peymangeha me du salan didome. Di sala destpêkê de li ser 5 pirtûkên Rêbertî û bîrdozî û felsefeya azadiyê perwerde tê dayîn. Bi vî awayî xwendekarên me hem pergala ku Rêbertî dixwaze ava bike baş fêm dikin, hem jî di aliyê xwenaskirinê de bi pêş dikevin. Em bi taybetî di refa yekemîn de armanca me ya sereke ew e ku xwendekar di aliyê xweîfadekirinê de bi pêş bikevin û bikaribin xwe li her qadê îfade bikin. Di refa duyemîn a peymangehê de jî li gorî branşan ders tê dayîn.”
‘Em dixwazin ji bo ciwanên xwe anternatîfan ava bikin’
Marya Bozan, da zanîn ku ruxmê bêderfetiyan jî kar û xebatên xwe didomînin û wiha got: “Di salên berê de beşa tenduristiyê hebû, ji aliyê bijişkan ve ders dihat dayîn. Bi vî awayî xwendekarên me dikaribûn li derveyî wargehê perwerde bibînin û li nexweşxaneyan kar bikin. Lê piştî demekê ji ber kêmbûna derfetan em nikaribûn beşa tenduristiyê bidomînin. Her wiha beşa ragihandinê jî hebû, xwendekarên me ji aliyê saziyên me yên ragihandinê ve dihatin perwerdekirin û li gorî pêwîstiyan li wargehê yan jî li derveyî wargehê kar dikirin. Em niha hewl didin ji bo ciwanên ku nikarin ji ber rêgirî û amborgoya PDK’ê ya li ser wargehê biçin derve xwendina xwe bidomînin anternatîfek ava bikin û beşa compîtor û muhahebeyê bidin avakirin. Her wiha beşên wênesazî, hunerî û mamostehî hene. Beşa me ya esasî mamostehî ye û ev beş ji sala ewil ve tê dayîn, bi vî awayî pêwîstiya qada perwerdeyê tê pêşwazîkirin. Beşa mamostehiyê jî li gorî branşê tê dayîn û perwerde ji aliyê mamosteyên me ve tê dayîn. Hewldanên me yên avakirina beşên cuda didome.”
‘Beşdariya jinên ciwan zêdetir e’
Marya Bozan, diyar kir ku ji bo peymangehê beşdariya jinên ciwan her sal zêdetir dibe û wiha got: “Her sal beşdariya jinên ciwan di asta yekemîn de ye. Hem di aliyê pergalê û hem jî xwenaskirinê de zêdetir bala jinên ciwan dikşîne. Ji ber ku yên herî zêde dixwazin xwe nas bikin, perwerde bikin û bi pergala me re bimeşin jinên ciwan in.”
‘Em dixwazin di çarçoveya paradîgmayê de beşa ekolojiyê xurtir bikin’
Marya Bozan, diyar kir ku hewl bidin bi avakirina komîsyonên cuda jiyana komînal ava bikin û got: “Komîsyonên me yên ekolojî, Jineolojî û arşîvê hene. Em dixwazin di çarçoveya paradîgmayê de beşa ekolojiyê xurtir bikin û xwendekarên xwe fêrî xwezayê bikin. Em bi komîteya Jineolojî ya wargehê re xebatên xwe didomînin û perwerde didin gel. Her wiha weke peymangeh pirtûkxaneyek me jî heye. Di nava peymangehê de aktîvîteyên werzîş û satrancê jî hene. Em hewl bidin komîsyonên xwe zêde bikin ji bo ku xwendekar bikaribin demên xwe yên zêde di nava komîsyonan de derbas bikin. Her wiha xebatên çand û hunerê jî tên meşandin û li gorî pêwîstî cih digrin. Bi vî awayî ciwan bi civaka xwe re dibin yek û daxilê pergala xwe dibin.”
Marya Bozan di dawiya axaftina xwe de banga beşdariya peymangehê kir û got: “Em bang li tevahî ciwanan dikin ku ji bo pêşxistina xwe û civaka xwe berê xwe bidin peymangehê.”
‘Armanca me ya yekemîn perwerdeya bîrdozî û xwe rêxistinkirin e’
Yek ji xwendekarên refa yekemîn Zendûra Babat jî behsa girîngiya peymangehê kir û wiha axivî: “Em îsal 25 xwendekar di refa yekemîn de dixwînin. Îsal beşdariya xwendekaran zêdetir e û piranî ji jinên ciwan pêk te. Armanca me ya yekemîn perwerdeya bîrdozî û xwerêxistinkirin e. Em dixwazin weke jinên ciwan xwe di aliyê pênasekirin û naskirina xwebûna xwe de bi pêş bixin. Beriya rêgirî û amborgoyê li derveyî wargehê derfetên xwendinê hebûn lê niha nîn e. Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ji bo ciwanan pir derfet dide. Ciwanên wargehê gelek bi şans in ku bi zimanê xwe perwerde dibînin û rêxistina xwe nas dikin. Piştî bidawîbûna refa yekemîn em branşên xwe diyar dikin.”
‘Bi xebatên xwe em ê li dijî êrişên li ser çandê derbikevin’
Zendûra Babat li ser êrişên dijî çanda Kurdî jî got: “Di nava xebatên çandê de, ez di beşa muzîkê de cih digrim. Êrişeke pir mezin li ser çand û hunera Kurdî heye lewma ez dixwazim bi xebatên xwe li dijî êrişên li ser çanda xwe derbikevim. Armanca min a sereke ew e ku zêdetir xwe bi pêş bixim û jinên ciwan zêdetir teşwîqê çand û hunera Kurdî bikim. Ez bang li tevahî ciwanan dikim ku berê xwe bidin sazî û peymangehan û xwe bi pêş bixin.”