Ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi bajarê Hesekê ve diçin
Karwanên Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî banga seferberiyê ya Rêveberiya xweser a ‘Tevlî cenga parastina rûmetê bibin’ bûn,ber bi bajarê Hesekê ve çûn.
Qamişlo- Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî banga seferberiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ‘Tevlî cenga parastina rûmetê bibin’ bûn,ji duh ve diherikin Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan karwanan îro gihişt Qamişloyê û gelê bajarê Qamişloyê bi coş û heyecaneke pir mezin ew karwam pêşwazî kirin. Piştre karwanan berê xwe da bajarê Hesekê.
Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatin, diyar kirin ku ew ê di parastina xaka Rojavayê Kurdistanê de xwedî roleke girîng bin, ji ber ku Kurdistan yek perçe ye û hemû Kurd yek in. Ciwanan, banga xwedîderketinê li Rojavayê Kurdistanê kirin.