Civîna sêyemîn ya komîsyonê di 12’ê Tebaxê de ye

Civîna duyemîn a komîsyona ku li meclîsê hat avakirin, pênc saetan dom kir. Girtekên civîna girtî wê 10 salan nepenî bimînin. Komîsyon wê civîna xwe ya sêyemîn 12’ê Tebaxê roja Sêşemê li dar bixe.

Enqere – Duyemîn civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina  Netewî ya ku li Meclisê hatiye damezrandin bi dawî bû. Civîna ku ji aliyê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ve hate birêvebirin saet di 14:00’an de dest pê kir û pênc saetan dom kir. Piştî civînê, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin pêşkêşiyên xwe kirin û pirsên endamên komîsyonê bersivandin.

 Nûman Kurtulmuş ji bo civîn girtî be yan na xist dengdanê. Endamên komîsyonê bi yekdengî daxwaza girtî pejirandin. Nûman Kurtulmuş li ser vê mijarê jî wiha şîrove kir: "Qeydeyên tevahî yên hevdîtinên li vir wê werin tomarkirin. Ew ê qet neyên weşandin. Ew ê 10 salan bi endamên komîsyonê re jî neyên parvekirin. Tiştek ku di vê civînê de hatî nîqaş kirin wê li derveyî vê civînê neyê nîqaşkirin."

Civîna sêyemîn wê di 12’ê Tebaxê roja Sêşemê saet 14:00an de li Salona Merasîmê ya Meclîsê were lidarxistin.