Cîhanek şoreşa bakur û Rojava di dil de kir yek

Cîhan Bîlgîna ku ji Bakurê Kurdistanê da serê rê, sûcên dagirkeriya Tirk ên li Rojava bi dinyayê re parve kir û got “Ez bawer im wê ev pêvajo biser bikeve û careke din bi Rêber Apo re rûnin.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir - Cîhan Bîlgîn, esmera rûken a ji deşta Mêrdînê heta Rojavayê Kurdistanê, jiyanek xwe ya tijî têkoşîn li pey xwe hişt. Cîhan di 26’ê Cotmeha 1996’an de li navçeya Mîdyada bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa Hiqûqê xwend. Wê demê lêgerîna Cîhan li rastiyê û derxistina heqîqeta dagirkeriya Tirk çêbûn. Pê re derbasî xebatên rojnamegeriyê bû û ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rêwîtiya xwe kir.

Di sala 2017’an de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, operasyonên li dijî DAIŞ’ê ji Reqa heta Tebqayê şopand û vê carê berê kameraya xwe da ser belgekirin û şopandina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarên sînorî yên Rojava. Cîhan û Nazim Daştan roja 19’ê Berfanbara 2024’an di navbera Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê de gava berxwedana li dijî dagirkeriyê dişopandin, ji aliyê SÎHA’yên dagirkeriya Tirk ve hatin qetilkirin.

Salvegera wê lêvegera zindîkirina giyanê wê ye

Hevalên Cîhan Bîlgîn, di salvegera qetilkirina wê de li ser jêhatîbûn û hewldanên wê axivîn. Rêvebera Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Arîn Swêd got ku Cîhan kêliya dawî ya beriya ku biçe û di nivîsa xwe ya dawî de, gotiye ‘Ez bawer im wê ev pêvajo biser bikeve û careke din bi Rêber Apo re rûnîn’ û wiha domand: “Em niha van kêliyan dijîn. Cîhan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne amade ye û nedît ku heyecana wê jiyan bike, lê wê beriya ku ev pêvajo destpê bike ji dil jiyan dikir û bi vê baweriyê xebatên xwe dimeşand.”

Cîhan xwedî kedek bêhempa ye

Arîn Swêd da xuyakirin ku Cîhan her dem ya pêşniyara şopandina operasyonên li dijî DAIŞ’ê dikir Cîhan Bîlgîn bû û wiha domand: “Dixwest her kêliyên dîrokî bişopîne û ji cîhanê re ragihîne. Ji ber her Cîhan digot ‘Ev Şoreş heq dike mirov jê re ked bide.’ Belgekirina wê ji şoreşê re bû mîrateyek ji bo qada çapemeniyê. Hem jî dîroka ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nivîsandin, Cîhan tê de xwedî kedek mezin e. Di nûçegihaniya şer de ya ku her derdiket pêş dîsa ew bû.”

Gelek Cîhan îro li ser xeta Cîhan rojnamegeriyê dikin

Arîn Swêd bi vê sozê domandina xeta Cîhan Bîlgîn da û got: “Îro gelek Cîhanên din bi rihê Cîhan rojnamegeriyê dikin. Ji bo heyecana wê ya dawî û hêviyên wê yên serkeftinê, em ê her li ser wê xebat bikin. Heta niha hesab ji kujerên hevrêya me nehatiye pirsîn. Daxuyaniyên hatin dayîn, daxuyaniyên şermok bûn. Beriya Cîhan jî çend hevalên me hatin şehîdkirin, lê heta niha kujer bê hesab e. Ji bo saziyên navneteweyî rapor û dosyeyên têkildarî şehadeta Cîhan Bîlgîn de hatibûn şandin, da ku dadgehek were vekirin. Lê belê heta niha ti encam negirtiye. Di aliyê hiqûqî de em dosyeyên xwe dişopînin. Lê ya jê biêştir ew e ku heta niha me nekariye cenazeyê wê rêkin Bakurê Kurdistanê da ku dayîka wê jî wê bibîne, sedem jî rênedayina dagirkeriya Tirk e. Lê em ê rihê Cîhan di her nûçeyekê de bidin jiyîn.”

Li Bakur destpê kir…

Edîtora Ajansa Jinnewsê Semra Turan a ku Cîhan li Bakurê Kurdistanê nas kiriye, wiha behsa wan kêliyên xwe yên destpêkê kir: “Li Bakur Cîhan demeke kurt  rojnamegerî kir. Fikra nûçegîhanên Bakur zêdetir li ser gelê Bakur bû lê hiş û aqilê Cîhan li ser Şoreşa Rojava bû. Dixwest Rojava bibîne û nas bike. Di civînan de her dem fikrek wê hebû. Dema em ji bo nûçeyan derdiketin, hema digot ‘ez çi bikim?’ Yanî ew coşa wê ya hevaltiyê pir xweş bû. Hêz dida mirov.”

Kengî hêrsa rojnamevanan li dijî dewlet û pergalê zêdetir dibe?

Semra got ku beriya Cîhan jî, hevrêyên wan yên rojnamevan hatine hedefgirtin û qetilkirin û wiha pêl da gotina xwe: “Cîhan dixwest hemû komkujiyan teşhîr bike, Şoreşa Rojava bi hemû dinyayê bide nasîn û dengê gel ragihîne. Me pêşketinên li Rojava bi nûçeyên Cîhan dît û dibhîst. Her hevala/ê me yê ku hat kuştin, dianî bîra me em ê bi vê pergalê re çawa têbikoşin. Me têkoşîna Cîhan dewr girt û pênûsa wê li erdê nehişt. Divê em wisa bikin ku hem bibin dengê gelê Kurdistanê yê li çar aliyan, hem jî gelên di bin dewletên zordar de zilmê dibînin.”

‘Aşiqî heqîqetê bû’

Şervana Tabûra Nobar Ozaniyan a Ermeniyan Losîn Hagobiyan qala naskirina xwe ya bi Cîhan Bîlgîn re kir. Losîn da zanîn ku yekem car di jiyana xwe ya leşkerî de hevpeyvînek daye çapemeniyê, ev hevpeyvîn ji aliyê Cîhan ve hatiye kirin û wiha got: “Naskirina me bi hevpeyvînê destpê kir. Li cihê ku êrîş hebûn, wê bi kamereya xwe binpêkirin belge dikir. Lê Cîhan ne aşiqî şer bû, aşiqî heqîqetê bû ew.”

Ne tenê Kurd û dayîk û xwîşkên wê li ser xemgîn bûn!

Losîn got ku Cîhan cihê xwe di dilê hemû netewên Rojava de çêkiriye û hiştiye û wiha pê de çû: “Bi şehadeta wê  tenê Kurd, dayîk û xwîşkên wê li ser xemgîn nebûn, Ereb, Aşûrî, Suryanî û Ermenî jî bandor bûn. Hemû dayîkên Kurd, Ereb û Aşûrî, dayîkên Cîhan Bîlgîn in îro. Ne salek, mîna ku demijmêrek li ser şehadeta wê re qediyaye.”

‘Cîhan çîroka me radighand em ê jî çîroka wê bêjin û bidin jiyîn’

Losîn bal kişand ser çîroka malbata xwe ya Ermenî ku rastî komkujiyên Osmaniyan hatibûn, ji hêla kamereya Cîhan ve hatibû belgekirin û wiha berdewam kir: “Cîhan çîroka malbata me ya Ermenî ku li dijî dagirkeriya Tirk ber xwe dida belge kir, ji cîhanê re ragihand û me da nasîn. Em jî vê sozê didin ku em ê çîroka Cîhan Bîlgîn ji zarokên xwe yên pêşerojê û hawirdora xwe re bêjin û wê her bidin jiyîn. Em ê çavên zarokan bi çîroka Cîhan ronî bikin çawa ku bi dîtina wê ronî bûn.”

Di nivîsa wê ya dawî de çi dibêje?

Cîhan Bîlgîn di nota xwe ya dawî de wiha nivîsandibû: “Ez axa Minbicê, Qereqozaqê, Tişrînê, Eyn Îsa û mirovên wê nas dikim. Dema ew rizgar bûn, min şahiya jinên li wir parve kir, min kelecanê azadiyê di çavên wan de kûr hîs kir. Ez bi bîranînên jinên ku min wek xwîşka xwe didîtin û zilma ku DAIŞˋiyan li wan kirine ji min re digot, tijî bûm. Min çay û qehweya mirovên ku min nas nedikir û nizanîbû vexwar, ez bûm parçeyek ji çîroka wan û min çîrokên wiha mezin li çîroka xwe zêde kir. Min got bila ev hemû bimînin, ez ê ji bo qehweyeke çil salî jî be divê li wir bim û ez hatim vir.”