‘Cîhana ku Şoreşa Jinan ji xwe re hêvî dibîne divê bi ruhê Kobanê rabe’
Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo bal kişand êrişên dewleta Tirk a li dijî heremê û got: “Cîhana ku Şoreşa Jinan ji xwe re hêvî dibîne pêwîst e bi ruhê berxwedana Kobanê rabe.”
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Dewleta Tirk a dagirker her dem bi hinceteke cuda êrişên dijwar ên hewayî tîne ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çavkaniyên enerjî û jiyana gelên sivîl dike armanc. Êrişa herî dawî jî di 23’ê Cotmehê de çêbû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser paşperdeya êrişên dagirkeriyê, li hemberî êrişan tevgerek çawa û ji hêla kê ve divê û piştgiriyek çawa ji bo hedefgirtina şoreşa jin pêwîst dike her wiha girîngiya vê piştgiriyê çi ye, endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ji ajansa me re axivî.
'Her naskirinek Rêveberiya Xweser xwediyên projeya Osmaniya nû tengav dike'
Rîhan Temo destpêkê ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji malbat û hevriyên wan re sersaxî û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest, berxwedaniya gel, jin û dildarên şoreşê ji dil silav kir û wiha domand: "Dewleta Tirk a ku bi hincetên derewîn êriş dike, çavkanî û jêderên jiyanî yên sivîlan bombebaran dike, ji xizmetê derdixe. Ne cara ewil û diyar e wê ne ya dawî jî be ku bi vê hovîtiyê êrişên wiha dijwar li ser gelê sivîl çêdibin. Hincetên Erdogan ên van êrişan, 12 sal in didomin, em bi awayên cur be cur bi wan re rûbirû dimînin. Her serkeftinek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişeke herî hov bi pêkanîna sûcên şer û komkujiyan bersivê dibîne. Her naskirinek ji Rêveberiya Xweser re, Erdoganê xwedî projeyên dagirkirinê û Osmaniya nû, tengav dike û zora hikûmeta APK-MHP’ê diçe."
'Êriş li ser Şoreşa Jinan û projeya demokrasiyê ne'
Rîhan Temo encamên êrişan bi bîr xist û got ku di nava 5 rojan de zêdetirî hezar carî êriş li ser binesaziya herêmê çêbûye ne hejmareke ji rêzê ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Hezar car ji êrişan tê wateya hezar carî êrişî projeya demokrasiyê û Şoreşa Jinan û azadiya jin û gelan kirine. Ji lewre em baş dibînin ku gel bi mebesta parastin û avakirina projeya xwe çiqas bi îsrar e, ruxmî hemû planên parçekirin û dagirkirinê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe herêmeke bi ewle û rêxistinkirî ku di giştî Sûriyeyê de dibe mînaka Sûriyeya demokraîtk û yekgirtî. Em vê bi şanazî dikarin bibêjin ku her êrişek, gel bêtir hevgirtî dike û baweriya ku tenê hêz û îradeya wan dikare ji wan re bibe mertal û hemû planên pûç bike, zêde dike."
'Naxwazin di dîzayinkirina Rojhilata Navîn a nû de Kurd hebin'
Rîhan Temo da zanîn ku bêdengiya ji êrişan re tê wateya ku hêzên hegemonîk naxwazin di Rojhilata Navîn a nû de statuyeke gelê Kurd a azad hebe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji bêdengiya Emerîka Rûsya û hikûmeta Şamê jî diyar e ku ji sûcên şer ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, planên li dijî herêma me planên bi hêzên desthilatdar navendî û hegemonîk ve girêdayî ne. Paşperdeya bêdengiya ji êrişan re vê didin xuyakirin ku hêzên cîhanê dîzayn dikin naxwazin di Rojhilata Navîn a nû de statuyeke gelê Kurd û gelê herêmê ya azad û bi îrade hebe."
Bersiva li dijî dewletbûnê
Rîhan Temo bal kişand ser gelek nirxandinên ku der barê êrişên li ser Rojava de ji hêla gelek nivîskar, rewşenbîr û lêkolîneran, siyasetmedar û bi taybetî Îsraîliyan ve di vê dawiyê de derketin ku divê Kurd bibin xwedî statu, bibin xwedî dewlet û jiyana bi ewle, ev bersiv da: "Li vir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê Kurd hene, gelek netew di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de bi hev re dijîn ji lewre armanca Kurdan ne gihîştina dewletek e. Ji ber gelê Kurd bi gelê herêmê re ye û bi hev re ji bo misogerkirina hebûna xwe têdikoşin. Ji lewre şoreşa ku me bi hev re dest pê kiribû, îro gerdûnî dibe her kes di navê de dikare xwe bibîne û bijî. Ji bo ku em bibin layiqî aştiya ku her roj Rêber Abdullah Ocalan pê bang dike, ji bo ku em bibin xwediyên projeya çareseriyê yên sereke di Rojhilata Navîn de pêwîst e tevahî gel, pêkhateyên herêmê bi yekitiya xwe bawer bin û têkoşîna xwe bilindtir û berfirehtir bikin."
'Cîhana ku Şoreşa Jinan ji xwe re hêvî dibîne pêwîst e bi ruhê berxwedana Kobanê rabe'
Rîhan Temo ji gelên cîhanê yê ku Şoreşa Jinan weke hêviyê ji xwe re dibînin re got ku divê cîhan li hêviya xwe xwedî derkeve û wiha domand: "Şoreşa Jinan ronahî û piştgiriyê dide hemû çirûskên şoreş û serhildanên jinan li seranserê cîhanê. Ji ber hêzên ku em dikarin bi wan re xebatên stratejîk bidin meşandin û bi hev re bibin xwedî proje tevgerên jin, tevgerên ekolojîk û tevgerên sosyalîst, kesên demokrat in. Ji lewre Şoreşa Jinan dibe hêviya hemû gelên cîhanê, pêwîst e ev gel û jin jî xwedî li hêviya xwe derkevin. Bi taybetî gelê me yê li Ewropa û Kurdistanê divê bi ruhê ciwanên ku xwedî li Berxwedana Sedsalê ya Kobanê derketin divê bi vî awayî jî xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî derkevin. Ji ber serkeftina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidestxistina projeya çareseriya giştî ya Rojhilata Navîn a ku di nava agir de dişewite ye."
Rîhan Temo li ser banga aştiyê ku dema dawî de di rojeva dewleta Tirk de wiha got: "Piştî hevdîtina bi Rêber Apo re divê ku em bêtir xwedî li projeya xwe ya demokratîk derkevin. Dewleta Tirk di dema dawiyê de banga aştiyê kiribû ku pê re pirsgirêka Kurd çareser bikin lê belê di bin siya van êrişan de dixwazin tevgera azadiyê ji Rêber Apo qut bikin û pirsgirêkên navxweyî derxin. Ev jî durûtiya dewleta Tirk dide xuyakirin ku bi çi awayî be hewl dide statuya Kurdan li herêmê neyê qebûlkirin û naskirin. Ji lewre divê heta dawî û di asteke pir bilind de xwedîderketinek li pergala neteweya demokratîk çêbibe. Divê hemû jinên cîhanê yên azadîxwaz, demokrat û aştîxwaz di kesayeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwedî li raman û mîmarê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" Rêber Ocalan derkevin."
'Rê û rêbazên piştgirî û destekdayîna Şoreşa Jinan pir in’
Rîhan Temo pêwîstiya piştgiriyê bi rê û rêbazên cuda ji bo destkeftiyên şoreşê wiha anî ziman: "Pêwîst e em bi rê û rêbazên dewlemend ên bi bandor li dora şoreşa jinan bibin xelek û piştgiriyê bidin. Em wisa bikin ku gelên xwe di nava pergala neteweya demokratîk de dibînin zêde bikin. Çalakiyên meş û protestokirina êrişan jî gelek girîng e ku li cihên pêwîst û eleqedar werin lidarxistin. Ligel destekdayîna manewî di vê di warê madî de jî ji ber ku di van êrişan de binesaziya herêmê ya hatiye hedefgirtin xisarên pir mezin û cidî çêbûne divê piştgirî were dayîn. Tişta herî pêwîst çêbûna yekitiya jinan û hevgirtina gelan ji bo şoreşê ye. Madem em şoreşê, hêviya xwe dibînin divê ku bi dil xwedî li hêviya xwe derkevin. Divê ku xwedîderketinek mezin li qozîka herî biçûk a vê erdnîgariyê de ku cîhanê ji terora DAIŞ’ê parast û bûye çavkaniya azadî, aştî, hezkirin û komkirina gelan, çêbibe. Ji ber serkeftin û windahiyên îro em li vir dijîn, dibin serkeftin û windahiyên hemû jin û gelan."
'Bi bertekên gelan divê pêşî li siyaseta dewleta Tirk a li ser herêmê were girtin'
Rîhan Temo bi baweriya ku zexta civakî û jinan dikare siyaseta dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguherîne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîtîkayên qirkirinê yên li vir tên meşandin ne tenê qirkirinên fizîkî ne, li dijî çand, ax û siyaseta demokratîk û têkoşîna jinan û gelan qirkirinek heye. Neqebûlkirina projeya me ya demokrasiyê di her daxuyaniyek ji hêla dagirkeran û hêzên dijber ve tê teyisandin. Em çiqas siyaseta demokratîk bidin pêş, gel li dora wê kom bikin û Konfederalîzma Demokratîk ava bikin, em ê ewqas bikaribin zextê li siyaseta qirkirinê ya ku Erdogan li dijberî şoreşê pêk tîne, bidin çêkirin. Rojeva dagirkeriyê wê bi êrişên leşkerî û dagirkirinê neyê guhertin. Ev rojev wê bi sekn, bertek, nerazîbûn û zexta gelan a li dijî komkujî û qirkirinan biguhere. Qîrîna gelan wê bikaribe zexteke navneteweyî li ser siyaseta Erdogan çêbike. Lê em ji bîr nekin, ev bi çalakiyên demkî wê çênebin, bi xebat û têkoşînek demdirêj a rojane li qadan, wê pêkan be. Ji ber ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser mirovahiyê ne. Li ser azadî û hemû tevgerên jinan û gelên ku ji bo ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn bang dikin çêdibin."