Cîhadîstên HTŞ’ê taxên Kurdan ên Helebê hedef girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan êrişeke çekdarî ya komên girêdayî hêzên Rêveriya demkî ya Sûriyeyê li bajarê Helebê têk bir.

Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi top û çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, li gorî agahiyan sivîl birîndar bûn.

Îro 22’ê Kanûnê, li dijî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li Çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê êrîşek pêkhat. Di encama komên girêdayî HTŞ’ê de çend sivîl û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirûn-Helebê birîndar bûn. Piştre tax bi top û çekên giran hatin hedefgirtin.

Piştî êrîşê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî rêveberiya demkî ya li Helebê têk bir. Em amade ne li hember her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bendeke hevbeş a hêzên me û hêzên Ewlekariya Giştî li nêzî Çerxerêya Şîhan a derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrişê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn. Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li gel xweragirtinê û xeleka pevçûnê berfireh nebe, da ku ewlehiya sivîlan û herêmên derdorê biparêzin, bersiveke guncaw da. Em diyar dikin ku li hember her êriş an jî tehrîdkirinê bê deng nemînin, em ê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina endamên xwe û herêmên parastina wan dabîn dikin, bikin."