Cîhadîstên HTŞ’ê bendava Tişrînê bombebaran dike
Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi piştgiriya Tirkiyeyê bi çekên giran Bendava Tişrînê bombebaran dike.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmê, di van kêliyan de çeteyên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.
Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan 2 caran bi dronan jî derdora bendavê bombebaran kir.