Cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî hat birîn ji hemû jinan re peyamek e - ANALÎZ
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne mijareke takekesî ye, diyardeyeke civakî û çandî ye û ji bo têkoşîna li dijî wê xebateke kolektîf pêwîst e. Divê di cîhanê de hevkariya jinan bê zêdekirin û Konfederalîzma Jinan bê avakirin.
NÛBIHAR MUSTEFA
Di civakên Rojhilata Navîn de jin di gelek zehmetiyan re derbas dibin, bi gelek cureyên tundiyê re rûbirû ne. Ji ber şer û dagirkeriyê, jin rastî tecawiz û tên îstîsmarê tên. Ev rewiş bandoreke neyînî ya mezin li jiyana wan dike û zehmetiyan zêdetir dike. Bi van hemûyan re jî neçarî xizanî koçberî û penaberiyê dimînin. Ligel vana tundiya derûnî jî heye. Li hinek welatan darvekirin weke awayekî çewisandin û tundiyê tê bikaranîn.
Yek ji wan welatan Îran e. Dewleta Îranê bi salan e gelek biryarên darvekirinê li çalakvanên jin dibire. Di demên dawî de çalakvana jin Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî hatin girtin. Li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî cezayê darvekirinê hatiye birîn. Ev bûyera bi êş balê dikşîne ser zehmetiyên ku jin li herêmê dikşînin. Her wiha di rojên weke 25’ê Mijdarê de girîng e zêdetir werin rojevê.
Çalakvan û endama KJARê Werîşe Mûradî di Sibata sala 2023’an de ji aliyê Îstîxbarata Îranê ve hat girtin, bi mehan di bin îşkenceyê de hat lêpirsînkirin. Ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî wê pêk hatin biryar da bikeve greva birçîbûnê. Di 10’ê Cotmeha 2024’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Desthilatdariya Îranê li rewşa wê ya tenduristî qet nepirsî û dadgeha Şoreşê ya Tehranê li Îranê di 10 Mijdarê de bi hinceta endamtiya rêxistinê biryara darvekirinê lê birî. Berpirsên girtîgeha Evînê, birina Werîşe Mûradî ji bo nexweşxaneyê piştî xirabûna rewşa wê ya tenduristî û fizîkî qedexe kirin.
Îran ji dewletên xwedî sîstemên desthilatdariya teokratîk e. Piştî şoreşa îslamê di sala 1979’an de hat damezirandin û xwe dispêre zagona Îslamê. Tê de serokkomar û parlamento di bin serpereştiya baskê bilind de dimînin. Ev sîstem qeydên gelekî hişk li ser azadî kes û koman datîne. Her wiha mafên jinan binpê dike. Mafên jinan li Îranê ji dozên herî bi nakok in.
Bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” re li Îranê di 1’ê Îlona 2022’an de li welat rêjeya darvekirinan gelekî zêde bû, li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî 853 kes di sala 2023’yan de hatine darvekirin. Her wiha 22 jin di vê salê de hatine darvekirin. Hinek jêderan bi bîr xistine ku desthilatdariya Îranê zêdetirî 20 hezar jinên girtî di serhildana dawî de girtine. Rapor dibêjin ku piraniya dadgehkirinan ne adil e û ne serbixwe ne jî.
Siyasetên Îranê û çewisandina gelê xwe dê wê bixe goleke ava genî. Li şûna li gelê xwe vegere û çareseriyên li ser esasên demokratîk û derfeta jiyana bi rûmet pêşkêş bixe berovajî vê dijminatiya jinan û gelê xwe dike. Li dijî çalakvanên jin biryarên darvekirinan da û qeydên li ser azadiyan zêdetir kir. Heta planên vekirina klînîkên dermankirina jinên zagona hîcaba bi darê zorê di warê derûnî de ragihand. Bi van kiryaran Îran dixwaze derfetên jiyanê û pêşxistinê nehêle.
Çalakvana jin Werîşe Mûradî sembola berxwedana li dijî zulmê ye. Ji bo mafên jinan têdikoşin. Li hemberî binpêkirina desthilatdariyê sekinî. Biryara darvekirinê ne cezayekî takekesî ye, bersivek ji hemû jinan re ye ku nêrînên xwe parve nekin û daxwaza mafên xwe nekin. Ev biryarên hatine girtin li dijî mafên mirovan e û civaka navneteeyî vê yekê şermezar dike. Berxwedana ji bo mafên jinan li Îranê cihê metirsiyan e.
Biryara darvekirinê li dijî jinan li Îranê heta asteke mezin dişibe şewitandina jinên pîrebokên di serdema navîn a li Ewropayê de. Her wiha dişibe recmkirinê ku heta niha li hin dewletên îslamî pêk tê ye. Di hemû rewşan de tundî li dijî jinan pêk tê. Ev ceza tirsa li dijî jinan nişan dide. Sîstemên desthilatdar ên mîna dewletê ava bûne bi rengekî dîrokî li gorî sîstema herêmî hatine avakirin ku zilamên oldar, hêzên leşkerî û kapîtalîzmê dibin hevpeyman. Dîroka 5 hezar salan li gorî zihniyeta baviksalar heta roja îro berdewam dike.
Tundiya li Rojhilata Navîn
Tundî ne tenê li Îranê li gelek dewletên Rojhilata Navîn heye. Ev yek li hemberî pêkanîna pêşxistin û aramiya li herêmê dibe asteng. Doza jinan di serê doza civakî de ye û kilîta çareseriyên hemû dozên taloqkirî ne. Jin di dîrokê de qurbana yekê û çîna yekê û netewe yekê bû ku hat kolekirin, paşê koletî li civakê giştî belav bûye.
Di roja cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan de em dibînin tundî zêde dibe û jin di gelek dewletan de bi astengiyan re rûbirû dimînin. Xizanbûna di fêrbûnê de bi sedema teqalîdên çandî yan rewşên aborî. Cudakariya di kar de di jiyana rojane de her wiha jin di rêveberiyên siyasî de cihê xwe nagirin ji ber wê nikarin bandorê di çêkirina biryarê de bikin. Jin dibin qurbana nakokiyên leşkerî. Serjimarî û agahiyên ji navendên jinan ên lêkolîna tundiya li dijî jinan derdikevin metirsîdar in. Divê bê bîra me ku tundiya li dijî jinan ne pirsgirêkeke takekesî ye, diyardeyeke civakî û çandî ye. Kedeke civakê jê re pêwîst e ji bo li hemberî wê têkoşîn bidome.
Divê em bi hev re ji bo cîhaneke bê tundî kar bikin
Ev roj derfeteke ji bo balkişandina ser rewşa jinan li Rojhilata Navîn e di demeke ku sîstemên giştî û islamî hene. Dîtina hilweşîna rewşa jinan li Rojhilata Navîn cihê mixabiniyê ye. Mînaka wê jî jin li Efganistanê ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar man û nîqaşên li lûtkeya parlamentoya Iraqê de ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ber bi zihniyeta paşverû ve dibe. Li Yemenê mehrûmkirina ji xwarinê heye. Li Sûdanê jî birçîbûn û nebûna ewlehiyê heye. Binpêkirinên dawî li herêma Cizîrê mînak û şahida berbiçav e. Biryara dawî ya Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta Yekitiya li Lîbyayê ya bêdengkirina azadiyan û ferzkirina hîcabê ji zarokatî ve û biryara Wezareta Karên Hundir li Misrê ku dibêje jinên ji asta jêrîn nikarin biçin welatekî din. Dema em bala xwe bidin gelek mînak zêde ne.
Roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan derfeteke balkişandina ser tecrubeyên berxwedana jinan e. Jin roleke mezin di berxwedana li dijî sîstemên desthilatdar dilîzin. Her wiha jin guhertin û daxwaza mafên xwe û azadiya xwe pêk tînin.
Mînaka van berxwedanan li Îranê mîna serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Li Bakur û Rojhilatdariyê Sûriyê şerê li dijî DAIŞ’ê. Li Tûnisê berxwedana pêkanîna zagonên parastina jinan. Serhildana li Sûdanê bipêşengiya jinan. Berxwedana li Yemenê jî berdewam dike. Berxwedana jinan li Filistîn Lubnan jî mînakeke mirov jê sûd digre ye.
Armanca yekem ji tevgerên jinan avakirina demokrasiyê ye. Derfeta sazkirina dozên civakî bi riya siyasetên adil û giştî ne û avakirina demokrasiyê kedeke berdewam ji civakê û kesan dixwaze. Girîng e jin hişyar bin û xwe biparêzin. Divê jin rêxistinên xwe yên taybet ava bikin. Divê rola saziyan rêxistinên sivîl û ne fermî xurt bibe her wiha hevkariya neteweyî di navbera jinan de li cîhanê bi giştî xurt bibe, hevpeymanên di nav jinan de werin avakirin.
Di dawiyê de jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê weke vexwendineke kar tê. Divê em her kes bibin dengê kesên bêdeng û em dengê çalakvanan li tevahî cîhanê bilind bikin. Divê em bi hev re ji bo cîhaneke bê tundî kar bikin.