Cezayê girtîgehê li girtiya siyasî Azade Yakubî hat birîn
Girtiya siyasî Azade Yakubî bi 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin û rewşa wê ya tenduristiyê di nava şert û mercên girtîgehê de xirab dibe.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li girtiya siyasî Azade (Masume) Yakubî birî. Azade ya ku bi nexweşiya iltîhaba kronîk a rûvîyan re tê dikoşe, ji ber nebûna derman û kêmbûna şertên bijîşkî nikare tedawiya xwe ya pêwîst bibîne. Her wiha tê diyarkirin ku Azade Yakubî hewceyê kolonoskopî û dermankirina bijîşkî ya pispor e.
Azade Yakubî, di 24’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Meşhedê hate binçavkirin. Piştî ku demek di navendeke binçavkirinê ya girêdayî Wezareta Îstîxbaratê de di hucreya yekkesî de ma, sewqî Girtîgeha Vekilabadê ya li Meşhedê hate kirin û heta niha li wir tê ragirtin.