Cezayê giran li çalakvan Mehnoş Abdullahî hat birîn
Îranê bi sûcdariyê “piştgirîkirina rejîma siyonîst” û “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser medyaya civakî” bi giştî sal cezayê zindanê li çalakvan Mehnoş Abdullahî birî.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê cezayên zindanê yên giran li çalakvana sivîl Mehnoş Abdullahî ferz kirine.
Mehnoş Abdullahî di 1’ê Tîrmeha 2024’an de hate binçavkirin û di 12’ê Tîrmehê de bi kefaleta 2 mîlyar û 500 mîlyon tûmen ji Girtîgeha Adelabadê hate berdan.
Li gorî biryara Serokê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê, Mehnoş Abdullahî bi sûcdariya “piştgirîkirina rejîma siyonîst di dema şerê 12 rojî de bi çalakiyên çandî û medyayî” 5 sal cezayê zindanê û bi sûcdariya “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser medyaya civakî” jî 1 sal cezayê zindanê wergirt. Her wiha, hat ragihandin ku dosyayeke cuda bi sûcdariya “heqaretkirina olê” li ser Mehnoş Abdullahî hatiye vekirin, lê hîn biryar di vê dozê de nehatiye dayîn.
Banga hişyariyê
Nêzîkên Mehnoş Abdullahî van cezayan wekî “neheq” binav kirin û bang li raya giştî û rêxistinên civaka sivîl kirin ku ji bo rawestandina zordarî û zextên ewlehî û dadwerî hişyar bin.