Cenazeyê Zeynep Ozkan li Şirnexê hate definkirin

Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan a di şerê li Çiyayê Mawayê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Basa hate definkirin.

Navenda Nûçeyan – Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê.

Cenazeyê Zeyneb Ozkan ji aliyê leşkeran re bi awayek dorpêçkirî anînîn goristana gund. Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyê Zeyneb Ozakan bi lorînan hate definkirin.