Cenazeyê rojnameger Marwa Muslim a Filistînî hat dîtin

Binpêkirinên li dijî rojnamegerên Filistînî her diçe zêdetir dibin. Rojnameger Marwa Muslim a ku piştî êrîşa hewayî ya Îsraîlê agahî jê tunebû piştî sê hefteyan cenazeyê wê hat dîtin.

Xeza — Li Zîvala Xezayê li êrîşên li dijî rojnamgeran yeka din zêde bû. Rojnamegera Filistînî Marwa Muslim a 3 hefte bû winda bû, cenazeyê wê di bin xirbeya mala wê ya li Taxa Cucaiye de hat dîtin.

Li gorî agahiyên saziyên medyayê roja 1’ê Tebaxê di saetên êvarê de cenazeye rojnameger Marwa Muslim a ku sê hefte bûn winda bû di bin xirbeyên mala wê ya ku bi bombebarana hêzên Îsraîlê hatibû hilweşdin de hat dîtin.

Rojnameger Marwa Muslim, bernameya sibehê ya bi navê“Zat” pêşkêş dikir, di Radyoya Ciwanan de bernameyên mirovî û civakî pêşkêş dikir. Ew bi dengê xwe yê di radyoyê de, sekna profesyonel û bi cesaret vegotina bûyeran dihat nasîn û li pêş bû.

‘Dengê ji qadê ji dengê ji cihên din tên bi bandortir e’

Piştî şerê ku 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, bi hinceta ku derketina ji bakurê Zîvala Xezayê red kiriye bi awayê kêfî ji kar hat derxistin. Wê tercîh kiribû li ba malbata xwe bimîne û bi gotinên; “Dengê ji qadê ji dengê li cihên din tê bi bandortir e” wateya mayîn û sekna xwe diyar kiribû.

Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê Marwa Muslim bi bîr anî, wê bi gotinên; “Di şerê li dijî rojnamegeran de şehîda gotinê” bi nav kir û bal hat kişandin ku ew jî bûye hedefa kampanyaya qirkirinê ya ji bo bêdengkirina rojnamegerên Filistînî.

‘Di serdema nûjen de komkujiya herî mezin a li dijî rojnamegeran e’

Sendîkayê, diyar kir ku mirina Marwa Muslim, yek ji helqeyên zincîra 232 rojnamegerên ku ji destpêka şer ve hatine hatine kuştin e. Vê hejmarê di serdema nûjen de weke komkujiya herî mezin a li dijî çapemeniyê tê nirxandin. Sendîkayê di serî de li civakên navneteweyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, li saziyên edaletê kir ku demildest bikevin tevgerê û rojnamegerên li herêmên pevçûnan dixebitin biparêzin.