Cenazeyê Eyşe Şan piştî 29 salan anîn Amedê
Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şan li ser wesiyeta wê, piştî 29 salan anîn Amedê.

Amed – Hunermenda Kurd a gewre Eyşe Şan ku di 18’ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû, li wir hatibû definkirin. Eyşe Şan wesiyet kiribû ku cenazeyê wê li Amedê were definkirin. Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê.
Cenaze, li balafirgehê ji hêla Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevseroka Yekitiya Şaredariyên Başûr Rojhilatê Anadoliyê (GABB) Neslîhan Şedal û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.
Her wiha kurê Eyşe Şanê Mûrat Kersen û birazî û xwarziyên wê jî di navbera kesên cenaze pêşwazî kirin de bûn. Cenaze hat girtin û dê saet di 10.00’ê de li Goristana Yenîkoyê were definkirin.