Cenazeya Rojîn Kabaiş hat dîtin
Cenazeya xwendekara Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil Rojîn Kabaiş a 18 roj e wenda bû, li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.
Wan – Rojîn Kabaiş a 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima, careke din agahî jê nehat. Cenazeya Rojîn piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.
Piştî windakirina Rojîn xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Di roja 13'an a lêgerînê de, piştî ku li qeraxa golê laçika ku tê texmînkirin aîdî Rojînê ye hat dîtin, lêgerîn zêde bû. Herî dawî agahî hat dayîn ku li peravê Taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê cenazeyek heye. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin diyar kirin ku cenaze yê Rojînê ye.